Fermandariya Cendirmeyan teqiya

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:36

  • Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê, 3 teqînên mezin li pey hev çêbûn.

Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê, 3 teqînên mezin li pey hev çêbûn.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê li pey hev 3 teqînên mezin pêk hatine. Piştî teqînê, dûman ji tugayê bilind bû. Nehat zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi çêbûne.

Piştî teqînê li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.

Têkildarî teqînê heta nûçeya me dihat amadekirin, ti daxuyanî nehatibû dayîn. Li deverê çalakiyên gerîlayan vê dawiyê zêde bûbûn. Pêr di çalakiyeke li dijî maşîneke leşkerî ya ku diçû qereqola li Roboskê ya li Çelê, herî kêm cerdevanek hatibû kuştin. Artêşa Tirk derbarê kuştiyên xwe de ti daxuyanî nedabû.

ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.