Fermandarên Şengalê hatin oxirkirin

Çarşem 1 Adar 2023 - 01:23

Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê diyar kir ku ji fermandarên YBŞ’ê Pîr Çeko (Seed Elî Bedel) û Agir Cefrî (Xêrî Xidir Xelef) li gel şervanekî din dema xwestin herin sersaxiya du ciwanên Êzîdî, bûn hedefa êrişeke hewayî ya dewleta Tirk. YBŞ’ê diyar kir ku di encama êrişê de her du fermandar Pîr Çeko û Agir şehîd bûne û rêhevalekî wan jî birîndar bûye.

Cenazeyê Fermandar Pîr Çeko ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ber bi mala wî ya li gundê Belistên a ser bi komelgeha Dohola a Şengalê ve hat birêkirin.

Piştre cenaze bi tevlîbûna sedan kesî ji mala wî hat girtin, li ber dengê ebane û bilûrê, bi gotina qewl û beytan bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ve hatê birêkirin.

Cenaze bi merasîmeke girseyî li goristanê hat veşartin.

Cenazeyê fermandarê YBŞ’ê Agir Cefrî jî, bi tevlêbûna bi sedan kesî li Goristana Şêxşims, li kêleka birayê xwe Şehîd Hecî hate veşartin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku birayê Agir Cefrî, Hecî Xidir Xelef jî di encama êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk de sala 2021’ê li Nexweşaniya Sikêniyê şehîd bûbû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.