Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel têkildarî şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Dersimê, ku di seranserî dîrokê de timî weke keleha berxwedanê nasnameya Kurd û Elewîtiyê temsîl dike û warê Seyîd Rizayan e, fermandar Yilmaz bû navê hesabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk a mêtinger-qirker. Leşker û hevrêyên fermandar Yilmaz wê hesabê pêwîst bipirsin."
Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel de wiha hate gotin: "Di êrişa hewayî ya rejîma Tirk a qirker-mêtinger de ku 10'ê Mijdarê li Geliyê Axvanosê kir, fermandarê me yê hêja Yilmaz Dersim (Îsmaîl Surgeç) tevî hevalekî li gel xwe şehîd bû. Şehadeta Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Qada Dersimê hevalê Yilmaz û hevalê pê re, bû yek ji xelekên girîng ên dîroka me ya têkoşînê. Fermandarê me bi fedakarî û welatparêziyeke xurt, bi wêrekî û lehengiyeke bêhempa têkoşiya. Ji malbata wî ya fedakar û hêja û tevahiya gelê Dersimê re sersaxiyê dixwazin. Bila serê tevahiya hêzên gerîla sax be yên ku li çiyayên Dersimê bi biryardarî û lehengiyeke mezin li ber xwe didin, bila serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Fermandarê me yê leheng ku mîna navê xwe bû, ala serketinê radestî me kir û em soz didin ku ji bo bîranîna wî em ê vê alê li ba bikin.
Ew fermandarê hesabpirsînê bû
Zarokê serhildêr ê Dersim a serhildêr fermandar Yilmaz di têkoşîn û berxwedana hebûnê ya gelê Kurdistanê de her tim xwedî cihekî girîng bû. Ji bo me hevrêyên wî, cihê wî gelekî cuda bû. Şehadeta vî ewladê leheng û serhildêr ê Kurdistanê ji bo me bi qasî xemgîniyê xwedî wateyeke mezin e. Li Dersimê, ku di seranserî dîrokê de timî weke keleha berxwedanê nasnameya Kurd û Elewîtiyê temsîl dike û warê Seyîd Rizayan e, fermandar Yilmaz bû navê hesabpirsîna dîrokî ya ji dewleta Tirk a mêtinger-qirker. Leşker û hevrêyên fermandar Yilmaz wê hesabê pêwîst bipirsin. Neviyên Seyîd Riza ku digot, 'Bila dost û dijmin her kes zanibe, li Dersimê li binê her darekê lehengek radizê', şopdarên Sarayan, Baranan, Atakanan, Jîndaran, Çetînan, Zînan û Yilmazan, wê dîroka berxwedanê ya Dersimê bi serketinê tacîdar bikin û ji mêtingerî û qirkeriyê teqez hesabê pêwîst bipirsin.
Ji bo her karê zehmet beziya
Hevrê Yilmaz ku 4 roj beriya salvegera şehadeta Seyîd Riza û hevrêyên wî tevlî karwanê şehîdan bû, fermandarekî fedayî yê Apoyî bû ku astengî nas nedikir û jiyana xwe ji bo gelê xwe feda kir.
Pratîka 27 salan a bênavber a li nava têkoşîna gerîla, destaneke berxwedanê bû. Hevrê Yilmaz ku heyranê çiyayên Dersimê bû, li her qada Dersimê geriya bû û têkoşiya bû. Bi kesayetiya xwe ya bi coşa şoreşgerî timî karê zor û zehmet dikir. Li ser vê bingehê tevlî pêngavên ber bi Erzîngan, Koçgirî, Derya Reş bû û fedakariyeke mezin kir.
ANF/BEHDÎNAN