Wesayîta leşkerî ya Fermandarê Artêşa Tirk a 3’yan a Erziromê bi lez li navçeya Bedlîsê Xelatê li zarokekî xist. Di qezayê de zarokê 10 salî yê bi navê Eyub Kirtay mir.
Li Taxa Sanayî ya navçeya Xelatê, wesayîta leşkerî ya bi plaqeya sivîl li zarokekê qelibî. Di qezayê de zarokê jiyana xwe ji dest da.
Wesayîta bi plaqeya 25SH249 ku Fermandarê Artêşa 3’yan a Erziromê di nav de, doh ji Malazgirê ji çalakiya ‘Pîrozbahiyên Serketinê’ vedigeriya û bi lez bû, li zarokê 10 salî Eyub Kirtay xist. Eyub Kirtay sêvên ji darê ketî kom dikirin. Apê Kirtay ji bo wesayîtê bide rawestandin, xwe bi wesayîtê ve kir.
Tevî vê jî wesayîta leşkerî ya ku nesekinî, bi kêlometreyan apê zarok kaş kir, heta Fermandariya Jendermeyan a Xelatê bir. Eyup Kirtay li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
BEDLÎS