Fermandarê Leheng Kawa Çekdar

În 5 Gulan 2023 - 14:25

HPG'ê şehîd Kawa Çekdar bi rêzdarî bi bîr anî ku di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayê şehîd daxuyaniyek da û got,

“Malbata hevrêyê me Kawa Çekdar piştî têkoşîneke demdirêj cenazeyê şehîdê me wergirt û gihand warê lê ji dayik bûye. Bi vê wesîleyê em fermandarê leheng hevrê Kawa Çekdar bi rêz û minnet bi bîr tînin ku di Gulana 2016'an de di Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê de şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, xelkê me yê Rihayê û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Kawa li navçeya Bêrecûk a Rihayê ji dayik bû. Di sala 2009'an de jî berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.

Sala 2015'an, dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya Pîlana Têkbirinê de li dijî gelê me dest bi êrişên qirkirinê kir û li pey hev komkujî kir. Gelê me yê bêguneh û ciwanên Kurd ên welatparêz li hemberî van êrişên qirkirinê ji bo xwe biparêzin, dest bi Berxwedana Xwerêveberiyê kir û bi vî rengî di dîroka Kurdistanê de rûpeleke nû vekir. Hevrê Kawa di asta berpirsyariyê de tevlî Berxwedana Xwerêveberiyê ya Nisêbînê bû, di vê berxwedana dîrokî de bû alîkarê fermandarê fedaî yê efsanewî Xebatkar Baran (Zamanî Çamak). Hevrê Kawa bi hevalê Xebatkar re mil bi mil têkoşiya, li çeper û bendên ku ciwanên leheng ên xelkê Nisêbînê bi destê xwe çêkirin, yek bi yek geriya, kedeke mezin da. Xelkê Nisêbînê şahidî kir li ked, sekn, hezkirina gel, fedakarî, şoreşgeriya ji dil û baweriya bi azadiyê ya hevrê Kawa, bandora wî gelekî li wan bû. Hevrê Şehîd Pale Mêrdîn ku yek ji fedaiyên leheng ên berxwedana Nisêbînê ye, tevlîbûna hevrê Kawa ya li Nisêbînê bi van gotinan tîne ziman, ‘Heger berxwedanek li Cizîrê bi pêş ketibe ku dijmin bixe nava sendromê û pêşî li qirkirinê bigire, ev yek bi saya sekin, tevlîbûn, ked û fermandariya milîtanên fedaî yên mîna hevrê Kawa ye.

Hemû ciwanên Kurd û hevrêyên me, bi taybetî ciwanên Nisêbîn û Rihayê, wê van şehîdan weke mînak bibînin, armancên wan pêk bînin û bibîranîna wan li Kurdistana Azad zindî bihêlin.”

Agahiyên li ser nasnameya şehîd Kawa Çekdar bi vî rengî ne:

Kawa Çekdar (Vakkas Tûmen), li Rihayê ji dayik bûye, Gulana 2016’an li Mêrdînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.