Fermandarê Heftenînê Bargiran

Duşem 25 Çile 2021 - 06:48

Ferman Botan qala endamê Fermandariya Eyaleta Heftenînê Bargiran Erkendî kir ku di 20’ê Tebaxa 2020’î de di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bû. Botan got, “Heval Bargiran fermandarê berxwedana Heftenînê bû.” 

Ji Fermandarên qada Heftanîn Ferman Botan qala têkoşîn û kesayeta Fermandar Bargiran Erkendî kir û got: “Min hevalê Bargiran di sala 2016’an de nas kir. Di wê salê de piştî perwerdeyê ji bo qada Heftenînê hat wezîfedarkirin. Piştre weke endamekî Fermandariya Heftenînê hat erkdarkirin. Di destpêkê de taybetmendiyên Heval Bargiran yên dilnizmiyê, fedakarî û rûkeniya wî bala her kesî kişand. Ji bo ku her erk bi awayekî serketî pêk were çi astengî li pêşiya xwe nas nedikir. Ji bo hevalê Bargiran karekî ku pêk neyê tune bû. Ne tenê li Heftenînê her wiha li qadên ku berê jî lê dixebitî bi van taybetmendiyên xwe tevdigeriya. Ango li pêşiya zehmetiyan rê vedikir û ev taybetmendiyên wî bandoreke mezin li hemû hevalan dikir. Li qadê gelek xebatên amadekariyên şer û pêwîstiyên hevalan ji alî heval Bargiran de pêk dihat. Hêzeke heval Bargiran ya îqnakirinê ya mezin hebû.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.