Fermandarê fedayî Zerdeşt

Duşem 12 Hezîran 2023 - 13:41

HPG'ê Zerdeşt Agir bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Fermandarê fedayî yê Apoyî hevrêyê me Zerdeşt, dema ku di asta endametiya fermandariya herêma Garê wezîfe dikir, di 4'ê Cotmeha 2022'an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt ji Xinêre heta Zapê, ji Qendîlê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Garê 22 salan li ser xeta fedayîtiyê mîna stranekê têkoşîneke destanî meşand. Milîtaniya fedayî ya Apoyî û daxwaza têkoşînê ya hevrê Zerdeşt wê ji hevrêyên wî re bibe mînak, armancên ku wê di oxira wan de bi fedayîtî têkoşiya teqez bê bi ser xistin. Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Zerdeşt, xelkê Elbakê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Hevrêyê me Zerdeşt Agir li gundê Xokanê yê navçeya Elbak a Wanê di sala 1984'an de jidayîk bû. Sala 2000'î tevlî nava refên Partiyê bû. Dawiya sala 2001'ê ji bo bibe fedaiyekî Apoyî û meşa şoreşê li ser xeta fedaîtiyê bimeşîne beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Zerdeşt her tim xwe li pêşberî hevrêyên xwe yên şehîd deyndar dît, bîranîna wan ti carî ji bîr nekir, jibîrkirina şehîdan weke xiyanetê dît û hewl da hêjayî artêşa me ya şehîdan a nemir bibe. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm a derwêşane tevlî her karî bû, cudahî nexist navbera karên biçûk an jî mezin, ji karê herî biçûk ê li nava jiyanê heta bi çalakiya gerîla, perwerdekirina hevrêyên xwe bi moral û fermandariya herêmê, di her karî de kedeke mezin da. Hevrê Zerdeşt di nava derya têkoşîn û wateyê ya PKK'ê de xwe weke dilopekê pênase kir û hewl da di nava vê deryayê de rola xwe bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Zerdeşt li Garê di asta endametiya fermandariya qadê de wezîfe kir."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zerdeşt Agir wiha ne;

Zerdeşt Agir (Ayvaz Beyaz), li Wanê jidayîk bûye, 4’ê Cotmeha 2022’an li Garê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.