• Kalkan: Em nizanin ka rêveberiya heyî wê çi bike. Qet nebe êrişên heyî yên birêkûpêk ên rêveberiya Trump wê hinekî parçe bibin. Dibe ku ev yek ji bo bipêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê derfet û firsendan derêxe holê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK´ê Duran Kalkan got, rêveberiya Trump ji bo şikandina PKK´ê destek daye desthilata Tirk, PDK jî li vê zêde kiriye, lê wan kariye vê pîlanê pûç bikin. Ew dibêje, êdî dewleta Tirk bixwe dişike.
Duran Kalkan ji rojnamevan Hoşeng Yilmaz re ji bo bernameya Ulkeden a Medya Haberê peyivî. Kalkan got, gava Trump ket, weke ku Erdogan jî ketibe, û ev jî nîşan dide ka "Rêveberiya Trump çiqasî zêde destek dida wan. Nema, Tayyip jî wê bikeve."
Li gorî Duran Kalkan rêveberiya Trump ji bo Kurdan belkî jî ji rêveberiyên DYE´yê yên heta niha ya herî xirab bû û Kurd wê wî bi qencî bi bîr neyînin. Bi ya Kalkan, tesîreke diyar a guhertina rêveberiya DYE´yê wê li siyaseta wê ya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî bibe: "Em nizanin ka rêveberiya heyî wê çi bike. Qet nebe êrişên heyî yên birêkûpêk ên rêveberiya Trump wê hinekî parçe bibin. Dibe ku ev yek ji bo bipêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê derfet û firsendan derêxe holê. Kurd jî miletên din ên li deverên din ên dinyayê jî dikarin vê rewşê binirxînin. Hêviya me ew e ku rêveberiya nûç weke Trump neke, hêza xwe ya siyasî ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî yên madî bi kar neyîne.”

Eşkere gef li me xwarin

Duran Kalkan bi bîr xist ku rêveberiya Trump li ser esasê bêbextiya navneteweyî û siyasetên li dijî PKK´ê, bi gefxwarinan û zextê jî bibikaranîna PDK´ê ji bihara îsal ve ji bo tinekirina PKK´ê êrişan dike û wiha dewam kir: "Em dikarin ji vê re bibêjin, êrişa plankirî ya hevpar a tifaqa DYE-Tirkiye û PDK´ê. Vê bi bûyera Zînî Wertê dest pê kir. Êrişên li dijî Şengal û Mexmûrê çêbûn. Êrişên dagirkeriyê li dijî Heftenîn, Xakûrkê û Xinêrê çêbûn. Pîlan wiha bû: Li tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê PKK´ê wê bihata tinekirin. Hêza gerîla wê nemana, îradeya wî ji holê bihata rakirin. Ji bo vê ji her aliyî ve êrişên dagirkeriyê bi rê ve birin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zextên herî giran li welatparêzan kirin. Hewl dan Rojava bixin bin tesîra xwe. Weke ku ev hevdîtinên PYD û ENKS´ê yên bi pêşengiya DYE´yê jî weke parçeyê vê planê bi rê ve çûbin. PDK jî ketibû nav vê, wan dixwest heta bi dawiya Îlonê encamekê wergirin. Agahiyên li ber destê me wisa bûn. Biharî ji me re gotin, hûn teslîm nebin, hûnê nemînin. Xwediyên vê pîlanê yekser û neyekser gef li me xwarin. Va Îlon bihurî, Cotmeh bihurî û em di nîvê Mijdarê de ne. Pîlan pûç bû. Nekarîn Heftenînê jî dagir bikin. Hin gir girtine. Gerîla her roj li wan dixe ketine rewşeke pirr xirab. Nekarîn gavekê jî ji wir û wêde biavêjin. Ev pîlan hat pûçkirin. Êdî ne tiştekî DYE´yê ne jî yê PDK´ê nemaye ku bidin faşîzma AKP-MHP´ê. Şikestine îro jî ha ji ber vê ye.

Hewldanên Şengal û Garê

Piştî şikestina vê pîlanê DYE hema pê re kete dewrê. PDK û Rêveberiya Bexdayê bi pîlaneke dagirkirina Şengalê anî cem hev. Li dijî vê civaka Şengalê, Êzîdiyan û derdorên cihê yên Iraqê nerazîbûnên tund nîşan da û nekarîn gavê biavêjin. Piştî wê berê PDK´ê dan Garê. Veguhezandina hêzê ya PDK´ê, dorgirtina li gerîla û êrişa li dijî PKK´ê li ser vî esasî hatine rojevê.
PKK hem ev pîlan pûç kir û hem jî pêngavek danî ber xwe ji bo hilweşandina rejîma 12´ê Îlonê, şikandina sîstema tecrîd û êşkencê ya Îmraliyê, bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bike. Ji vê ditirsin. Ditirsin ku pêngava PKK´ê bi pêş bikeve û faşîzma AKP-MHP´ê hilweşîne. Bi vê tirsê êriş dikin. Hewl didin pêşiya qewmîneke wiha şoreşger bigirin. Pêşî xwestin bi destê PDK-Iraqê bikin. Nebû, niha dixwazin vê bi destê PDK´ê bikin. Niha derket holê piştgiriya herî mezin, kordînatorê van hemûyan çû. Yanî fermandar ji Emerîkayê çû."

NAVENDA NÛÇEYAN