Fermandarê Derwêşan Dilşêr 

Pêncşem 4 Sibat 2021 - 01:31

  • NPG'ê ragihand ku fermandarê 12 Derwêşên Hemdem ê pêşî li qirkirina li Şengalê girt Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku Derwêş, Egîd û Dilşêr hebin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê timî dewam bike." 

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) têkildarî şehadeta Huseyîn Acar (Dilşêr Herekol) daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de li ser şehadetê agahî têne dayîn û tê gotin: "18-19'ê Cotmeha 2020'î artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Amanosê yê li bejahiya navçeya Dortyolê ya Hatayê dest bi operasyonekê kir. Di encama şerê ji ber vê operasyonê de, fermandarê hêzên destpêkê yên berxwedana dîrokî ya li Şengalê, yên ku pêşî li fermana li ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê girt, berpirsyarê hêzên ku Şengal rizgar kirin fermandarê me yê hêja hevrê Dilşêr Herekol (Huseyîn Acar) şehîd bû. Di serî de malbata welatparêz a hêja ya hevrêyê me Dilşêr, em sersaxiyê ji xelkê Êzidî, yê Şengalê û xelkê Botanê yê berxwedêr re dixwazin. Soza ji bo pêkanîna armancên wan û serxistina doza me ya azadiyê ku me dane artêşa xwe ya şehîdan, di şexsê fermandarê nemir Derwêşê Hemdem hevrê Dilşêr Herekol de em careke din dubare dikin.

Bû fermandarekî jêhatî yê gerîla

Hevrêyê me Dilşêr li gundê Torikê yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû ku li vê herêmê fîşeka destpêkê li dijminê mêtinger hate xistin û têkoşîna me ya çekdarî lê dest pê kir. Li quntarê çiyayê Çiravê, di nava têkoşîna gerîla de, li nava malbateke welatparêz bi çîrokên lehengiyê yên fermandarê me yê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) mezin bû, bi çanda welatparêziya xurt a xelkê Botanê kamil bû. Dewleta Tirk a mêtinger qirker ku nekarî pêşî li têkoşîna gerîla ya li çiyayên Botanê bigire, nekarî xelkê Botanê yê welatparêz ji rêya wan vegerîne, cerdevanî li gundê Torikê ferz kir û bi zext û zilmeke giran di sala 1994'an de vala kir. Malbata hêja ya hevrêyê me Dilşêr ku ti carî ji xeta welatparêziyê venegeriya û serî li ber dijmin netewand, ji ber vê yekê neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Hevrêyê me Dilşêr ku di nava şerê giran ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de mezin bû, bi gerîla re mezin bû û siyaseta qirkirinê û zilma dijminê mêtinger a li dijî gelê Kurd bi xwe dît, di sala 1997'an de hîn di temenê ciwantiya xwe de tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîlayekî jêhatî û serketî bû

Hevrêyê me Dilşêr li Amanosan tevlî nava refên gerîla bû, li wir dest bi têkoşîna şoreşê kir, weke Kurdekî çiyayî zû bi çiyê re bû yek û bû gerîlayekî jêhatî. Sala 1999'an di pêvajoya vekişînê de dema ku dixwest xwe bigihîne Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve dîl hate girtin, nêzî 3 salan girtî ma. Sala 2002'an piştî ku ji zindana dewleta Sûriyeyê derket ji nû ve xwe gihand çiyayên Kurdistanê. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê salekê ma û di sala 2003'an de derbasî Gabarê bû. Li ser bingeha Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an a tevgera me, li Gabarê bi roleke girîng rabû û di sala 2005'an de derbasî Zê bû. Piştî ku demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma di sala 2007'an de ji nû ve derbasî herêma Botanê bû. Li Botanê ku bi pratîka xwe ya zor, bi şert û mercên giran tê naskirin, li gelek herêmên wê û li Bestayê bi daxwazeke mezin têkoşiya. Pêşengî ji gelek çalakiyên li Botanê re kir, derb li operasyonên dijmin xist, bi hostatî ji kemînan rizgar bû, du caran bi giranî birîndar bû, lê ti carî dest jê neqeriya û her tim tirs berda dilê dijmin. Li Botanê li ser şopa fermandar Egîd bû fermandarekî jêhatî yê gerîla. Bi tecrûbeyên xwe yên mezin ên ji fermandariya gerîla û pratîka şerê gel ê şoreşgerî, bi perwerdeyên îdeolojîk ên partiya me re xwe gihand asteke bilindtir û ji bo vê yekê bi hevrêyên xwe re parve bike sala 2012'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di salên 2013-2014'an de ku tevlîbûna li nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê gelekî zêde bû, ji bo şervanên nû perwerde bike û ji pratîka gerîla re amade bike gelekî ked da, karê koordînasyon û fermandariyê kir.”

Derwêşê hemdem

Faşîzma DAÎŞ'ê ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi ser gelê Kurd ve hate ajotin, di sala 2014'an de komkujiyên hovane yên li derveyî mirovahiyê li Kurdistanê kir. Partiya me PKK'ê, metirsiya qirkirinê ya li ser gelên Kurdistanê, bi taybetî jî ya li ser civaka me ya Êzidî ya li Şengalê zû dît û biryara destwerdana li rewşê da. Lewma komeke gerîla ya ji 12 hevrêyên me şand Şengalê. Derwêşên Hemdem ên gelê Kurd mîna 12 Siwariyan ji çiyayên Kurdistanê xwe berdan deşta Mûsilê, her cûre astengî ji pêşiya xwe rakirin û xwe gihandin gelê me yê li Şengalê. Ev meşa dîrokî ji bo gelê me û tevgera me bû serbilindî, pêşî li qirkirineke mezin girt û rûmeta gelê me rizgar kir. Yê ku ev meşa dîrokî da destpêkirin, yê ku fermandarî ji 12 Derwêşên Hemdem re kir hevrêyê me Dilşêr Herekol bû. Xelkê me yê li Şengalê hişyar û zane kir, bi rêxistin kir û bi fedakariyeke mezin li dijî fermana gengaz amade kir. Di encama van hewldan û amadekariyên hevrêyê me Dilşêr û 11 hevrêyên pê re, di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku çeteyên DAÎŞ'ê êriş birin ser Şengalê, pêşî li fermanê hate girtin ji bo nebe qirkirin, civaka me ya Êzidî gihaşt çiyayê Şengalê û hatin parastin.

Hevrêyê me Dilşêr li çiyayên Şengalê ji ewladên bijarte û bi rûmet ê gelê me yê Êzidî bi sedan Derwêş û Edûlê yên Hemdem bi rêxistin kir û hîmê destpêkê yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) danî. 

 

ANF/BEHDÎNAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.