Fermandarê CENTCOM’ê li Rojava bû

Şemî 18 Çile 2025 - 03:00

Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê CENTCOM’ê General Michael Erik Kurilla çûye Rojavayê Kurdistanê. Li gorî daxuyaniyê Michael Erik li Rojava bi fermandarên leşkerî yên Emerîkî û Hêzên Suriya Demokratîk re civiyaye.

Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê bi armanca ‘nirxandina kampanyaya têkbirina DAIŞ’ê û hewlên rêlibergirtina xurtbûna wê koma terorîst’ çûye Rojavayê Kurdistanê. CENTCOM’ê diyarkir kir ku General Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê.

CENTCOM’ê behsa metirsiya li kampa Holê kir û hate gotin:“Ev kamp metirsiya afirandina nifşekî nû yê DAIŞê li xwe digirin. Ji bilî wan 40 hezar kesên di wan her du kampan de, zêdetirî 9 hezar girtiyên DAIŞê yên ji zêdetirî 50 welatî di 12 girtîgehên di bin çavdêriya HSD’yê de ne. Bi wateya rastî û mecazî artêşeke DAIŞ’ê di girtîgehan de heye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.