Fermandarê bi eşqa welat rapêçayî
În 22 Tebax 2025 - 03:50
- HPG:"Hevrêyê me Serhed bê navber têkoşiya û bi hunera xwe ya fermandariyê, sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apoyî, hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna bi rengê fedaî mîrateyeke têkoşînê ji me re hişt ku neyê jibîrkirin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya fermandar Serhed Aras Varto ku di 26’ê Adara 2021’an li Kato şehîd bû eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:"Hevrêyê me Serhed Aras Varto ku zivistana 2020'î li herêma Kato Jîrka li Qada Botanê nexweş ket, li gel hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û di 26'ê Adara 2021'ê de şehîd bû. Em fermandarê xwe yê fedaî yê Apoyî hevrê Serhed bi hezkirin, hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wî ya Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad teqez pêk bînin. Di demekê de ku bi deh hezaran mirov ji bo jiyaneke rehet ji warê pîroz Kurdistanê direviyan, wî bi eşqa welêt a di dilê xwe de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Serhed ku fedaîtî zû nas kir, lêgerîna xwe ya li jiyana bi wate li ser serê çiyayên Botanê da destpêkirin, li geliyên bihuştî yên Gabarê dewam kir. Li gel bi hezaran dilên evîndar ên mîna xwe di rêwîtiya heqîqetê de gelek hevrêyên nû ji xwe re dît. Taybetmendiyên esasî yên milîtaniya Apoyî; durustî, samîmiyet, sadebûn, kedkarî û jêhatîbûn di kesayetiya xwe de şênber kir û bi rengê derwêşane jiyana xwe dewam kir. Hevrêyê me li pêşiya têkoşînê ti astengî qebûl nekir, bi vê taybetmendiya xwe fermandariyeke şareza ya bi rêbaz û tempoya Apoyî kir. Hevrêyê me Serhed bi ked û fedakariyên mezin têkoşîna me mezin kir û em soz didin ku di şexsê wî de hêjayî bîranîna hemû şehîdên xwe bin û têkoşîna xwe bi ser bixînin. Li ser vê bingehê di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Serhed em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.
Hevrêyê fermandarê şehîd Erdal
Xelkê me yê Serhedê ku bi hezaran ewladên xwe yên leheng da têkoşîna me, bi welatparêziya xwe ya kûr di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de her tim bû xwedî roleke çalak. Xelkê me yê Serhedê ku di dîroka xwe de xwedî berxwedanên destanî ye, li gel hemû êrîşên qirker ên dijmin ti carî tawîz ji sekna xwe ya serhildêr neda û di dilxwaziya xwe ya azadiyê de israr kir. Malbata hevrêyê me Serhed yek ji hezaran malbatên me ye ku neçar ma koçî Elmanyayê bike û li cihê ku çû, rûmeta xwe parast. Hevrêyê me Serhed li nava malbateke bi vî rengî dilsozê koka xwe, li Elmanyayê jidayîk bû. Hevrêyê me ku li Ewropayê 12 salan xwend, li vê derê zû pê hesiya ku jiyana kapîtalîst dixwaze wî bixe nava çerxên xwe. Di demekê de ku zilma dewleta Tirk li her devera Bakurê Kurdistanê belav bûbû, bi hezaran gund hatin şewitandin, mirov bi rengekî nediyar dihatin kuştin, ji aliyê wijdanî ve dest bi lêpirsînê kir. Hevrêyê me qebûl nekir ku li hemberî vê zilmê bêdeng bimîne û biryar da ku beşdarî hin karên siyasî bibe. Piştî ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, tevlî çalakiyên girseyî yên li Ewropayê bû. Wê demê li gel fermandarê me yê nemir hevrêyê me Erdal-Engîn Sîncer li Ewropayê karê dîplomasiyê meşand. Li gel ku dîplomatekî serketî bû, bi israra xwe hevrêyên xwe qanih kir û bi vî rengî berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Nimûneya fedakariyê ya nayê jibîrkirin
Li hemberî hemû êrîşên dijmin û şert û mercên dijwar ên gerîlatiya Bakur bi îradeya milîtaniya Apoyî li ber xwe da. Ji ber hewcehiyan piştî Gabarê derbasî herêma Kato Jîrka bû û li vir erkê fermandariya herêmê girt ser milên xwe. Girêdayî zêdebûna nexweşiyên hevrêyê me Serhed yên fîzîkî ji aliyê hevrêyên wî ve bi israr hate pêşniyarkirin ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe. Lê belê hevrêyê me Serhed tu caran qebûl nekir ku ji xakên Botanê yên pîroz veqete. Hevrêyê me Serhed ê ku nedixwest bi dehan hevrêyên xwe yên li vir şehîd bûne li pey xwe bihêle, tevî nexweşiyên xwe jî bi fedaiyane têkoşiya. Tevî êrîşên dijmin yên zêde jî bi fedekariyeke mezin erkên Partiya me girtin ser milên xwe. Di dema kampa zivistanê de nexweşiyên kronîk ên hevrêyê me Serhed veguherîn nexweşiyên cidî. Tevî hemû hewldan û mudaxeleyên hevrêyên li ba wî jî hevrêyê me Serhed di 26’ê Adara 2021’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Serhed ê ku ji Ewropayê heya çiyayan, ji herêmên Parastinê yên Medyayê heya Botanê bû xwediyê têkoşîneke bênavber, bi saya şiyanên xwe yên fermandariyê, sekna xwe ya li ser xeta Apoyî, hevrêtiya xwe kûr û tevlîbûna xwe ya li ser xeta fedaîbûnê ji me re mîrateyeke têkoşînê ya nejibîr hişt."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Serhed Aras Varto bi vî rengî ne:
Serhed Aras Varto (Yûsûf Coşkûn), li Elmanya jidayîk bûye, 26’ê Adara 2021’an li Kato şehîd bû.
BEHDÎNAN