HPG'ê Dîdar Tolhildan bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Hevrêya me Dîdar weke milîtaneke pêşeng a PKK û PAJK'ê ji hevrêyên xwe re bû mînak."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî berxwedaneke destanî hate kirin, rê ji dagirkeran re nehate dayin û dagirker lê têk çûn. Yek ji fermandarên fedayî yên vê qadê hevrêya me Dîdar Tolhildan di Gulana 2022'an de di êrîşên dijmin de bi lehengî li ber xwe da û şehîd bû. Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku bi fedakariyeke mezin berxwedana dîrokî lê hate afirandin, hevrêya me Dîdar li gelek qadên wê wezîfe kir, ji perwerdekirina hevrêyên xwe bi rengê fedayî heta bi avakirina tunelên şer ku bû tirsa dilê dagirkeran, gelek wezîfe bi ser xist. Hevrêya me Dîdar fedaîtî ji bo xwe kir şêweyeke jiyanê, ji bo hêjayî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêberê me bibe her kêliya xwe bi kûrbûnê derbas kir û weke milîtaneke pêşeng a PKK-PAJK'ê bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re.
Em careke din soz didin ku ala têkoşînê ya ku hevrêya me ya fedaî radestî me kiriye, ji bo hêjayî wê û şehîdên xwe hemûyan bibin, em ê bilind bikin.
Hevrêya me Dîdar Tolhildan li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrêya me Dîdar li nava malbateke welatparêz mezin bû ku dilxwazê Rêber Apo û tevgera azadiyê bû. Ji pêşengên Şoreşa Azadiyê ya Rojava û tevgera jinê ya azad hevrêya me Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş), bi têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya 35 salan bandor li hezaran mirovî kir, di heman demê de bandor li malbata wê jî kir. Navê hevrê Rihan (Leyman) lê hate kirin. Xalê hevrêya me Dîdar Latîf (Abdûllah Şiwêş) di sala 1994'an de li Garzanê şehîd bû. Her wiha gelek tevlîbûn ji malbata wê li nava tevgera azadiyê bû. Vê yekê kir ku hevrêya me Dîdar bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Hevrêya me Dîdar dema ku li zanîngehê li beşa aboriyê dixwend, bi piştgiriya malbata xwe beşdarî nava refên şoreşê bû. Di sala 2016'an de li Şedadê û di sala 2017'an de jî li Reqayê di pêngavên rizgarkirinê de birîndar bû, lê bi daxwazeke bêdawî têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêya me Dîdar, ji çalakiyên destanî yên fedayiyên Apoyî, gelekî bi bandor bû û ji bo bibe fedaiyek berê xwe da çiyê, tevlî nava Hêzên Taybet bû. Bi wêrekiyeke mezin,bi serbilindahiya jinbûna azad bêteredût meşiya, ji hevrêyên xwe re her tim bû fermandareke pêşeng. Artêşa Tirk a dagirker di 25'ê Gulana 2022'an de li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl êrîşa tevgera dagirkeriyê berfireh kir. Hevrêya me Dîdar bû yek ji wan fermandaran ku li qadê bi tîmên gerîla yên pispor bersiva destpêkê da êrîşê. Li pêşiyê bû asteng, pîlanên dijmin têk bir, gelek dagirker hatin cezakirin. Di hefteya destpêkê de ku dijmin hewl dida Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dagir bike, hevrê Dîdar bi rola fermandara pêşeng rabû, dijmin rawestand. Bi rengekî fedaî şer kir û şehîd bû. Em hevrê Rihan Amûdê û Dîdar Tolhildan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Li ser vê bingehê ji malbata hêja ya hevrêya me ya şehîd, ji xelkê me yê Rojavayê Kurdistanê, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re, sersaxiyê dixwazin."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Dîdar Tolhildan bi vî rengî ye;
Dîdar Tolhildan (Leyman Hesen), li Hesekê jidayîk bûye, Gulana 2022’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN