HPG'ê diyar kir ku Fermandara YJA Starê Gulan Gabar sala 2017'an şehîd bû. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi dilnizmî, kedkarî, fedakariya xwe, bi samîmiyeta xwe ya ji bayê xwedawendiyê, bi dilê xwe yê jinê, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Rûkiye Çekîç bi nasnav Gulan Gabar a li Colemêrgê ji dayik bûyî, 26'ê Kanûna 2017'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrişa hewayî de şehîd bû.

HPG li ser kesayeta Gulan Gavarê weha dibêje; “Hevrêya me Gulan ku zaroka çiyayî ya Zagrosan bû, bêyî ku zor û zehmetiyê bibîne zû hînî jiyana gerîla bû. 

Hevrê Gulan bi eşq, kelecan, coş û kedeke mezin ji Garê heta Zê, ji Zê heta Erzîromê, ji Erzîromê heta Cîlo û Avaşînê, ji fermandariya YJA Starê heta pratîka YPS'ê li gelek qadan û di gelek karî de bi roleke girîng rabû. Lêgerîn û eşqa xwe ya li rastiyê, daxwaz û kelecana xwe ya azadiyê ti carî kêm nebû, berpirsyariyên têkoşîna şoreşê timî hilda ser milê xwe û bi vî rengî bû milîtanek Apoyî, bû fermandareke şareza ya YJA Starê. Her timî berê xwe li serketinê bû.

Di serî de ji malbata welatparêz a hêja ya hevrêya me Gulan, ji malbatên şehîdan, gelê xwe yê Geverê û gelê Kurdistanê hemûyî re sersaxiyê dixwazin. Em; hevrêyên hevrê Gulan soza xwe dubare dikin, soza mezinkirina têkoşînê didin."

ANF/BEHDÎNAN