Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "Di êrişên dijmin û şerê giran de 11'ê Tebaxê hevrêya me ya fedaî Bêrîtan Sîser heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû."
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:
"Dewleta Tirk a mêtinger qirker ji meha Tîrmehê û pê ve li ser Xerzanê dest bi tevgerên dagirkeriyê yên berfireh kir. Li hemberî van êrişên artêşa Tirk ku bi her cûre teknîka şer dikir, hevrêyên me bi rengekî fedaî li ber xwe dan û bersiveke dîrokî dan dagirkeran. Di êrişên dijmin û şerê giran ê 11'ê Tebaxê de hevrêya me ya fedaî Bêrîtan Sîser heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Hevrêya me ya fedaî Bêrîtan ji kêliya ku tevlî nava refên partiyê bû û pê ve bi kesayetiya xwe ya cewherî xwe da felsefeya Rêber Apo û di kesayetiya xwe de pêşketinên girîng afirand. Hevrêya me Bêrîtan ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe şareza kir, bû fermandareke YJA Starê ya pêşeng. Fedayîtî weke şêweyekî jiyanê nirxand, di şer de xeta fedayîtiyê bêkêmasî bi cih anî û bû yek ji mînakên bijarte yên fedayîtiya Apoyî. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Bêrîtan Sîser, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Di şexsê hevrêya xwe Bêrîtan de em soza serxistina têkoşîna azadiyê ya ku dane şehîdên xwe hemûyan, nû dikin.
Hevrêya me Bêrîtan li Sêrtê li nava malbateke ji eşîra Didêrî ji dayik bû ku hestên welatparêziyê lê xurt e. Sala 2013'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Di Nîsana 2018'an de ji bo li ser rastiya şehîdan û Rêbertî xwe kûrtir bike, ji bo xwe ji wezîfeyên rêxistinê hemûyan re bêhtir amade bike, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û tola sûcên li dijî gelê me hatine kirin hilîne, beşdarî nava Hêzên Taybet bû. Hevrêya me li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi rengekî fedaî li ber xwe da, şer kir û derbên giran li dagirkeran xist. Bû nîşaneya sekna milîtanî ya xwedîderketina li hevrêtiyê.
Xeta jinê ya azad di şexsê xwe de şênber kir, li ser şopa Şehîd Bêrîtan û Şehîd Zîlan bi rengekî fedayî şer kir û jiya."
Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Bêrîtan Sîser bi vî rengî ne:
Bêrîtan Sîser (Gûrbet Kaymaz), li Sêrtê jidayîk bûye, 11’ê Tebaxa 2023’an li Xerzanê şehîd bû.
BEHDÎNAN