Fermandara fedaî: Armanc Azadî
În 20 Hezîran 2025 - 03:45
- HPG'ê nasnameya gerîlayeke şehîd eşkere kir û got:"Hevrêya me Armanc wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike."
HPG'ê nasnameya fermandara şehîd Armanc Azadî eşkere kir û got:"Hevrêya me Armanc wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û pêşengiyê ji hevrêyên xwe re bike." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, fermandara fedaî hevrêya me Armanc ku bi lehengî li Tunela Şehîd Pîrdogan berxwedaneke dîrokî kir, di 29'ê Kanûna 2024'an de şehîd bû. Hevrêya me Armanc li dijî êrîşên pergala kapîtalîst û dewleta serweriya mêr ku ji bo jinê jiyaneke ji mirinê xiraptir rewa dibîne, tevlî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû ku navnîşana jiyana azad û bi rûmet e. Ji destpêkê ve tevlîbûna fedayî ya li ser xeta şehîdan kir armanc. Hevrêya me Armanc ku bi baweriya xwe ya kûr a ji bo felsefeya azadiyê ya Apoyî xwe ji nû ve afirand û bû xwediyê têkoşînekî bêyî navber, bû nûnera jina azad a zana, rêxistinkirî û jiyanê li ser xeta azadiyê afirand. Bi kesayeta xwe ya dirust, jidil, zîrek, wêrek û hiperaktîf, wekî fermandarekî YJA Starê ya mînak û mîlîtana fedayî ya Apoyî bi fedayiyane tevlî têkoşîna salên dawî bû. Wekî jinekî Kurd a azad bi îradeya jinê ya têknaçe ya di kesasyeta xwe de nîşan kir, hem hişt ku berxwedana li Tunela Şehîd Pîrdogan têkneçe û hem jî wekî fermandara Hêzên Taybet navê xwe li dîrokê neqişand. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Armanc em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û li pêşberî bîranîna hêja ya şehîda xwe ya leheng bejna xwe bi rêzdarî ditewînin.
Helwesta wê ya qehremeniyê bû
Hevrêya me Armanc ku bû yek ji milîtanên nebez ên xeta fedayî ya Apoyî, li navçeya Qileban a Şirnexê di nava derdorekî welatparêz a ji eşîra Goyî ya qedîm ji dayik bû. Hevrêya me ku ji zarokatiya xwe ve bi dilsoziya li çanda xwe ya bi kok mezin bû, bi exlaq û kesayeta wergirtî şêwe girt. Wisa bû ku dema malbata wê piştre koçberê Dîlokê bû û li wê derê di nava derdorekî cuda de mezin bû jî, her tim dilsozê cewhera xwe ma. Bi taybet bi vegotinên dayika xwe hezkirina welat a di dilê xwe de, zimanê Kurdî û dilsoziya xwe ya bi çanda xwe re her tim parast. Tevî hemû polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê têkoşiya. Bi taybet pir ji şehadet û pêşangiya mamê xwe, hevrêyê me Şehîd Harûn (Faîk Alturk) a di nava refên gerîla de bandor bû. Hevrêya me ku ji ber têkoşîna destanî ya hevrêyê me Şehîd Harûn serbilind bû, kete nava lêgerînê ku bibe layiqê vê heqîqetê. Hevrêya me Armanc ku ciwanek zîrek bû, li zanîngehê beşa bijîşkî qezenc kir û ji bo ku bibe bijîşk çû Wanê. Di komkujiya Roboskiyê de qetilkirina bi dehan zarok û ciwanên ji eşîra Goyî û parastina kujeran ji aliyê dewletê ve, dîsa helwesta cudaker û faşîzan a dewleta Tirk ya di erdhêja Wanê de ku heman salê pêk hat, ji bo hevrêya me bû sedemên herî girîng. Hevrêya me Armanc li ser vê bingehê di sala 2014’an de Fakulteya Bijîşkî di refa çaran de hişt, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêya me Armanc her ku rastiya Rêber Apo û têkoşîna me nas kir, xwest asta tevlîbûna xwe mezintir bike û di vê aliyê de kete nava lêgerînan. Di encama vê de biryara tevlîbûna li Hêzên Taybet da û xwest di xeta fedayîtiyê de tevlî têkoşînê bibe. Bi vê armancê di sala 2015’an de tevlî perwerdeyên Hêzên Taybet bû.
Hevrêya me ku ji perwerdeya hevrêyên xwe heta çêkirina tunelên şer di her xebatê de cih girt û hewldanekî mezin da, bû xwediya helwestekî li gorî mîsyona pêşengiyê ya YJA Starê. Dema artêşa Tirk di Tîrmeha 2022’an de êrîşî tunelên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kir, dest bi pêşengîkirina berxwedanê kir. Hevrêya me Armanc bû yek ji fermandar û qehremanên pêşeng a destana ku li vir hat nivîsandin. Di heman demê de bû fermandarek ku di aliyê taktîkî de artêşa Tirk asê kir û hemû êrîşên wî yên li dijî mirovahiyê yên bi çekên kîmyewî, bombeyên nukleer, teqemenî û her curê çekan têk bir. Bi saya kêrhatiyên xwe yên di bijîşkiyê de gelek hevrêyên xwe ji şehadetê rizgar kir. Hevrêya me Armanc wê her tim bi kenê xwe ya bedew, îradeya xwe ya têknaçe û helwesta xwe ya qehremanî were bibîranîn, her tim di têkoşîna me de be û pêşengiya me bike. Em di şexsê hevrêya xwe Armanc de carekî din soz didin ku em ê girêdayî bîranîna şehîdên xwe bin û xeyalên wan teqez pêk bînin."
Agahiyên nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:
Armanc Azadî (Şehrîban Alturk), li Şirnexê jidayîk bûye, 29’ê Kanûna 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN