- HPG: Hevrêya me Sozdar dema berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji xwe re kir armanca sereke ku şerê gerîla mezin bike, destê Rêber Apo xurt bike û di encamê de jî azadiya Rêber Apo misoger bike.
HPG'ê nasnameya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê, Sozdar Cûdî eşkere kir ku li Bagokê şehîd bûye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got,
"8'ê Gulana 2021'ê li devera Şehîd Merwan a Mêrdîn-Bagokê, di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de hevrêya me Sozdar Cûdî şehîd bû. Hevrêya me Sozdar di şoreşgeriya xwe ya 22 salan de nirxên azadiyê bi rengekî serketî di kesayetiya xwe de temsîl kirin, û bû yek ji milîtanên bijarte yên Rêber Apo.”
HPG´ê ji bo fermandara şehîd, Sozdar Cûdî got, “Hevrêya me Sozdar li Qamişloyê ji dayik bû. Hevrêya me Sozdar li nava malbateke ji sempatîzanên destpêkê yên partiya me, mezin bû. Ji ber vê, hevrêya me Sozdar hîn piçûk bû, partiya me PKK nas kir.
Di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê me de bi armanca bersivdana komplogeran, ew tevlî nava refên PKK'ê bû û di şoreşgeriya xwe de timî bi sedemên xwe yên tevlîbûna nav PKK'ê re dilsoz ma û di xeta milîtaniyê ya PKK'ê de her tim israr kir. Weke milîtaneke mînak li her derê, her wezîfe bêdudilî bi cih anî. Ji Rojava heta Rojhilatê Kurdistanê, ji Başûr heta Bakurê Kurdistanê cihek nema ku lê tênekoşiya. bi cidiyeteke mezin nêzî her karî bû, ji bilî serketinê pîvaneke din qebûl nekir û armanca serketinê her tim mezin kir.”
Xewna wê gerîlatî bû
HPG´ê di dewamê de bal bire ser xebata wê ya civakî û got, “Hevrêya me Sozdar destpêkê bi karên li warê civakî dest bi têkoşînê kir û di nava gel de partiya me bi rengê herî pak û rast temsîl kir. Bi vî rengî ji dil û can tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bû. Ji bo paşerojeke azad ji gelê me re ava bike, sala 2003’yan berê xwe da çiyayên azadiyê yên Kurdistanê ku ji zarokatiyê ve dixwest û tevlî nava refên gerîla bû.”
HPG´ê got, şehîd Sozdar Cûdî fêhm kiriye ku tenê bi têkoşîna gerîla gelê Kurd dikare azad bibe û wiha dewam kir: “Li ser vî bingehî hewl da ku stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bi her awayî fêhm bike û bi cih bîne. Di demeke kurt de bû fermandarek û hîn bêhtir bi berpirsyariyê rabû. Di astên cuda de wezîfeya fermandariyê kir û xwe bi felsefeya Apoyî perwerde kir, bi vî rengî bû yek ji mînakên darîçav ên asta azadiya jinê.”
Xwest azadiya Rêber Apo misoger bike
HPG´ê da zanîn ku şehîd Sozdar Cûdî sala 2018'an di asta berpirsyariyê de li Akademiyên Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan wezîfe kiriye û wiha dewam kir: “Li vê derê hem xwe hem ji bo têkoşîna gerîla ya jinûve avabûnê re amade kir, hem jî hevrêyên xwe yên jin perwerde kirin. Ji bo mezinkirina rêxistiniya Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakurê Kurdistanê, bi wezîfeya Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê hate wezîfedarkirin. Hevrêya me Sozdar dema berê xwe da Bakurê Kurdistanê ji xwe re kir armanca sereke ku şerê gerîla mezin bike, destê Rêber Apo xurt bike û di encamê de jî azadiya Rêber Apo misoger bike.”
Di dawiyê de HPG´ê sersaxî ji malbata şehîd Sozdar Cûdî, xelkê Qamişlo û miletê Kurd re xwest û got, “Em dilsoziya xwe ya bi şehîdan hemûyan re dubare dikin û diyar dikin ku berdêl çi dibe bila bibe, em ê armancên wan pêk bînin.”
Nasnameya şehîdê wiha hat eşkerekirin:
- Sozdar Cûdî (Menal Yûsiv) a li Qamişloyê ji dayik bûye, keça Hacer û Îbrahîm, 8'ê Gulana 2021´ê li Mêrdînê şehîd bû.
BEHDÎNAN