• Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî ji ber birîna xwe dema diçû tedawiyê di êrişa hewayî de şehîd bû. 

Yek ji fermandara pêşeng YJA Starê Şîlan Goyî ji ber birîna xwe dema diçû tedawiyê di êrişa hewayî de şehîd bû. 

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ev daxuyanî da: “Şîlan Goyî (Taybet Bîlen) ji ber êrişa hewayî ya hovane ya dewleta Tirk a dagirker di 8’ê Cotmeha 2021’an de dema ji bo tedawiyê û hevdîtina malbata xwe diçû Mexmûrê, şehîd bû.
Şîlan Goyî li gundê Hîlalê a ser bi Qileban hate dinê. 

Bi Şîlan serbilind bin

Gelê Botanê û malbata Bîlen çiqasî bi Şîlan serbilind bin, hindik e. Nabe nesîbê her kesî ku xwedî zarokeke wisa bi culhet û serbilind be.

Gelê me yê Botanê ji bo têkoşîna me bûne çavkaniya fedaiyan. Bi taybetî di sala 1999’an de dema ku Rêbertiya me dîl ket, gelê Botanê bi destê xwe keç û kurên xwe tevlî nav refên me kirine. Gelê Botanê û bi taybetî eşîra Goyiyan ji bo ku têkoşîna azadiyê bi serkeftinê tacîdar bibe, her cure fedakarî kirine. Gelê me yê Botanê îxanet qebûl nekirine, veqetandina ji axa xwe ya wekî bihuştê dane ber çavê xwe û bi sedan zarokên xwe di vê têkoşînê de şehîd dane.

Di berxwedana Kobanê de

Hevrê Şîlan Goyî ji roja ku tevlî têkoşînê bûye, wê mîsyonek qebûl kiriye, ligel temenê xwe yê ciwan tevlêbûneke ji rêzê qebûl nekiriye û bûye xwediya hest û ramanên mezintir. Bi israr û ferzkirinên xwe li ser perspektîfa Rêbertiya me ya ‘Jinên ji min hez dikin, bila berê xwe bidin Botanê’ wê ji xwe re wekî talîmatê dîtiye û di sala 2003’an de ber bi axa Botanê ve dest bi rêwitiya azadiyê kiriye. Dema ku li Botanê bûye, ew bûye xwediya kedeke mezin û bi îdeolojiya Rêbertî wê cewhera xwe zêdetir kiriye. Piştre di berxwedana Kobanê de jî wekî fermandar cih girtiye, li vir bi giranî birîndar bûye. Beriya ku tedawiya wê biqede dîsa çûye qadên şer. Hevrê Şîlan herî dawîn li Fermandariya Qada Garê cih girtiye û Serfiraziya Garê bi rê ve biriye, bi awayekî çalak tevlê bûye û bûye yek ji afirînera vê serfiraziyê.

Em Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar dikin ku em ê heta dawiyê li ser bîranîna heval Şîlan bin û hesap ji dijmin bixwazin.  Malbata wê ya hêja ya welatparêz di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin.”

BEHDÎNAN