Fermandar Şervan Heleb şehîd bû

Şemî 13 Çile 2024 - 01:45

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta fermandar Şervan Heleb ragihand. Fermandariyê da zanîn Şervan Heleb di 10’ê Çileyê de ji ber krîza dil şehîd bûye û wiha got:“Lawê leheng ê Efrînê, şervanê gelê xwe û fermandarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hevrêyê me Şervan Heleb di 10’ê Çileya 2024’an de di encama krîza dil de şehîd bû. Di serî de malbata hêja û welatparêz a fermandarê me, em sersaxiyê ji bo tevahî gelê Heleb û gelê Rojava re dixwazin. Em dibêjin bila serê gelê me yê welatparêz û serê tevahî şervanên me yên di eniyên cengê de sax be. Şervanê kedê û pêşengê cengên giran, 31 salan bê rawestîn ji çiyayê Kurmênc heta bi çiyayê Dersimê di her qada cengê de bi baweriyeke mezin, fedakariyeke bilind û bi îradeyeke xurt ji bo doza gelê xwe têkoşîneke dijwar da meşandin. Weke hevrêyên wî, soz didin ku em ê bîranîna hevrê Şervan her dem bidin jiyandin û teqez xeyalên wî ku di oxira wê de emrê xwe feda kir, bi serkeftinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûrî û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye.

Şervan Heleb (Hesen Bekir), li Efrînê jidayîk bûye, 10’ê Çileya 2024’an li Hesekê şehîd bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.