Fermandar Rojhat hat bibîranîn

Pêncşem 2 Mijdar 2023 - 00:32

Fermandarê YPG’ê Rojhat Karakoçan (Mehmet Gurbuz) ku di 16’yê Îlona 2022’an de, di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ya li Eyn Îsayê de bi rêhevalê xwe Dogan Amanos (Mehmet Akyol) re şehîd bibûn, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hat bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna dehan welatiyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser jiyan û kesayeta Şehîd Rojhat, Mamoste Hisên Kara axivî.

Kara di sestpêka axaftinên xwe de bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, tevahî cangoriyên Rojavayê Kurdistanê bi minetdarî bi bîranî û got: “PKK’ê tevahî gerîlayên xwe şandin Rojava, Şengal, Kerkûk, Mexmûr û gerîla li her derê kete di nav şer de. Gerîlayan mirovahî parast. Yek ji wan gerîlayên leheng, Rojhat Karakoçan jî berê xwe da Mexmûrê û ji bo parastina vî xelkî, li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li vir birîndar bû. Bi wê birîndariyê, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Mirovahî bi saya van lehengan dikare jiyan bike. Wê demê Mala Barzanî xwe avêt ber lingê PKK’ê û xwest ku gerîla di nava Hewlêrê re derbas bibin da ku gel ji gerîla hêz bigire û nereve. Lê hûn dibînin, niha çawa nêzî PKK’ê dibin. Fermandar Rojhat li Rojavayê Kurdistanê, şehîd bû. Em di kesayeta wî de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Rojhat Karakoçan hat temaşekirin. Bernameya bîranînê bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.