Fermandar Rêzan Amed şehîd bû

Pêncşem 1 Îlon 2022 - 21:39

  • "Navê hevrêyê me Rêzan wê timî bê bibîranîn û bi her fîşeka bi profesyonelî li dijmin bê xistin, tola wî dê bê hilanîn."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku Fermandar Rêzan Amed şehîd bûye: "Navê hevrêyê me Rêzan wê timî bê bibîranîn û bi her fîşeka bi profesyonelî li dijmin bê xistin, tola wî dê bê hilanîn."

HPG'ê got, "Hevrêyê me Rêzan yek ji fermandarên pêşeng ê projeya jinûve avakirina HPG'ê bû. Ew di 18'ê Gulana 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan bi rengekî fedaî tevlî Berxwedana Kobanê bûbû û rê nedabû çeteyên DAIŞ’ê. Wî di dilê hevrêyên xwe hemûyan û gelê me de cihekî mezin girtibû. Bi tempoya xwe ya kar û fedakariya xwe, bi serxistina her wezîfeyê di bipêşvebirina têkoşîna me de xwedî kedeke giring bû. Hevrêyê me Rêzan bi sedan hevrêyên xwe perwerde kirin û bû yek ji mîmarên berxwedana heyî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê. Weke hevrêyên wî, em soz didin ku ala têkoşînê ya fermandarê xwe yê hêja hevrê Rêzan Amed jê werdigirin, bi têgihiştineke ku hêjayî wî bin, bi ser bixînin.”

Bi sedan gerîla perwerde kirin

HPG´ê ji bo şehîd Rêzan Amed got, “Hevrêyê me Rêzan li navçeya Hênê ya paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bû.

Hevrêyê me Rêzan li Tirkiye û Ewrûpayê bi giştî 15 salan xwend, çû heta zanîngehê, di beşa elektrîkê de perwerde bû. Di meha Sibata sala 2007'an de tevlî nava tevgera azadiyê bû. Hevrêyê me Rêzan di meheke bi wate de tevlî nava tevgera azadiyê bû, her wiha hatina xwe ya li çiyê jî li meheke Mijdarê ya damezrandina PKK'ê rast anî, di sala 2009'an de tevlî nava refên gerîla bû. 

Gava ku paşverûtiya DAIŞ'ê êrişî Kobanê kir û dest bi qirkirina gelê me kir, hevrêyê me Rêzan jî mîna gelek fedaiyên Apoyî tevlî berxwedana destanî ya li Kobanê bû. Li Kobanê bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya bi serketinê, bi aqilane û afirîneriya taktîkî li dijî DAIŞ'ê şer kir. 

Piştî ku erka xwe ya dîrokî ya li hember gelê xwe bi cih anî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryar da ku ezmûna bi dest xistiye, ji bo bilindkirina asta pisporiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar bîne. Hevrêyê me Rêzan weke fermandarekî Apoyî kedeke mezin da. Li ser vê bingehê bi hêza xwe ya bêsînor bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir, ji bo bibin pispor, kedeke mezin da û hemû tecrûbeyên xwe bi awayekî zane parve kirin. Hevrêyê me Rêzan ku hemû destpêkên xwe bi rojên herî watedar re kir yek, di rojeke pirr watedar a 18’ê Gulanê Roja Şehîdan de şehîd bû. Em sersaxiyê ji malbata hêja û welatparêz ya hevrê Rêzan û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Nasnameya şehîdî weke li jêr e:

- Rêzan Amed (Umît Tarhan) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Saadet û Abdullah, 18'ê Gulana 2022´yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.