- QSD’ê doh ragihand ku 2’yê Tîrmehê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqayê li dijî seyareyekê de, fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bûye.
QSD’ê doh ragihand ku 2’yê Tîrmehê di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqayê li dijî seyareyekê de, fermandar Mizgîn Kobanê şehîd bûye. QSD´ê got, "Em ê tola hevrê Mizgîn û şehîdan hemûyan ji dijminên jina têkoşer û dijminên azadiyê hilînin."
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) doh daxuyaniyek da raya giştî, tê de ragihand ku fermandara QSD`ê Siham Mislim (Mizgîn Kobanê) di 2`yê Tîrmehê de li Reqayê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
QSD`ê got, "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku jina bivîn û hêz napejirînin, her jina ku di şoreşa Rojava de cih digire, li her derê dikin hedef û êrişî wê dikin. Weke hêzên parastina Rojava, Bakûr û Rojhilatê Sûriyê em ê li hemberî van gef û êrişan bêdeng nemînin û ji îdîa û biryardariya xwe ya parastin û mezinkirina şoreşê, paş ve gavê neavêjin.
Di 2’yê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Reqa bi balafira bêmirov êrişî seyareyekê kir, di vê buyerê de fermandara QSD’ê Mizgîn Kobanê şehîd bû û 2 hevrêyên me birîndar bûn. Em ji malbata fermandar Mizgîn Kobanê re sersaxiyê dixwazin û em soza xwe ya têkbirina dagirkeriyê, mezinkirin û parastina şoreşê û pêkanîna xeyalên welatê azad ku me ji şehîdan re daye, dubare dikin û ji hevalên xwe yên birîndar re şifa dixwazin.”
Tecrûbeya xwe parve kir
QSD´ê ji bo şehîd Mizgîn Kobanê got, “Bi destpêkirina şoreşa Rojava bi lêgerîna azadî û xewnên Kurdistana azad tevlî nav refan dibe. Fermandar Mizgîn Kobanê ji Kobanê ya berxwedêr e. Fermandar Mizgin li Kobanê bi ruhê berxwedana azadiyê gavên şoreşgeriyê daivêje. Ewdibe remza jina berxwdêr a ku hêza xwe bi rêxistin kiriye û bi vê hêzê ji Helebê heta Serêkaniyê têkoşîna azadiyê xemilandiye. Ezmûnên ku li şerê Helebê girtibû, di her devera din bi hevrê û şervanên xwe re parve kir û li hember ferasetên dagirkeran, sekna jina têkoşer raber kir. Bi aqlê zirav ê şer û bi felsefeya bîrdoziya rizgariya jinê, bû tirs û xofa dagirkeran.”
QSD wê tolê hilîne
QSD´ê piştî ku sersaxî ji malbata Şehîd Mizgîn Kobanêr e xwest, got, “Em careke din ji hêzên dagirker re dibêjin, em bi bîr û dilsoziya şehîdan mezin dibin û tolhildana şehîdan erk û rêgeza me ya hevrêtî û şoreşgeriyê ye. Li ser vî esasî em ê tola hevrê Mizgîn û hemû şehîdan ji dijminên jina têkoşer û dijminên azadiyê hilînin. Fermandar Mizgîn ji destpêkirina şoreşê heta şehadetê bi hezkirin û bêteredut ked da û têkoşiya. Weke hevrê û şervanên wê, em ê jî bi heman ruh û biryardariyê têbikoşin, şoreşê biparêzin.”
Nasnameya şehîdê wiha ye:
* Mizgîn Kobanê (Siham Mislim) a sala 1990´î li Kobanê ji dayik bûye, keça Emîne û Ehmed, 2´yê Tîrmeha 2+22´yan li Reqayê şehîd bû.
NAVENDA NÛÇEYAN