Fermandar Egîd Şevger şehîd bû 

Şemî 19 Hezîran 2021 - 04:44

HPG'ê ragihand ku endamê Fermandariya Eyaleta Amedê Egîd Şevger şehîd bûye û got, "Bû fermandarekî wêrek û milîtanekî Apoyî yê mînak û yek ji şoreşgerên sembol ên Amedê." 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "18'ê Gulana 2021'ê li derdora gundê Banê Dêran ê navçeya Licê ya Amedê, dewleta Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di vê operasyonê de ku şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran hate kirin, endamê Fermandariya Eyaleta Amedê hevrêyê me Aydin Şîmşek bi nasnav Egîd Şevger ê li Amedê ji dayik bûyî û hevrê Armanc Cûdî şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Armanc Cûdî dema eşkere bû wê piştre bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Li Amedê tevlî nava refên gerîla bû û salên dûr û dirêj li vê herêmê gerîlatî kir. Bi serweriya xwe ya li qadsê û bi tecrûbeya xwe ya ji hunera gerîla di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyên li dijî mêtingeriya Tirk bû, sîstema mêtingeriyê ya ku dijmin bi taybetî dixwest li Amedê ava bike, serûbin kir. Piştî ku demeke dirêj li herêma amedê ma sala 2009'an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû û bi wezîfeyên krîtîk xwe bêhtir şareza kir; bi kesayetiya xwe ya têgihiştî û sekna xwe ya rêxistinî bû mînak ji hevrêyên xwe hemûyan re. Li Başûrê Kurdistanê bi kûrbûna xwe ya mezin, ji pratîka xwe ya berê dersên girîng wergirt û ji bo bersivê bide êrişên qirker ên mêtingeriya Tirk ên li dijî gelê me, bi israr xwest biçe herêma Amedê û ev daxwaza xwe bi cih anî. 
Hevrêyê me Agît bi sekna xwe ya dilnizm, durust û ji dil, bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin, bû cihê hurmetê.

Di serî de malbata Şîmşek a hêja ku lehengekî bi vî rengî ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me mezin kiriye, em sersaxiyê ji tevahiya xelkê Amedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.