HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got, “Zarokên leheng ên gelê me hevrêyên me Cûdî, Dijwar û Yûsuf bi şehadeta xwe ji bo me bûn hinceta têkoşîneke mezintir."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Endamê Fermandariya Eyaleta Wanê hevrêyê me Cûdî Kahraman li herêma Wanê meha Îlonê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa xwe ya dawî şer kir, bû mînakeke bijarte ji kevneşopiya berxwedanê ya partiya me û şehîd bû. Hevrêyê me Cûdî ku ji karên ciwanan heta bi karên gel, ji şervaniyê heta bi fermandariyê her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî têkoşiya û hewl da hêjayî şehîdên me û Rêberê me bibe, bû yek ji mînakên herî bijarte yê Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk. Di her karî de ji bilî serketinê pîvaneke din li xwe neanî, asta serketinê bilind kir û xwest têkoşîna azadiyê ya gelê me mezintir bike.

Hevrêyê me Cûdî taybetmendiyên fermandariya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir û bû fermandarek ku ji jiyanê heta bi têkoşînê her tiştên wî dikare bibe mînak. Weke hevrêyên wî em ê kevneşopiya berxwedanê ya ku hevrêyê me Cûdî radestî me kiriye heta serketinê, bi hewldaneke hêjayî wî û şehîdên me hemûyan bibin, dewam bikin.

Hevrêyên me Dijwar û Yûsuf ku demeke dirêj li qada Botanê karekî serketî kirin, li dijî êrişên dijmin her carê bersiv dan û li gorî dîroka berxwedanê ya qada Botanê têkoşiyan. Herdu hevrêyên me 2’yê Cotmeha 2022’yan li herêma Bestayê di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de heta nefesa dawî şer kirin û şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja ku li gorî kevneşopiya berxwedanê ya Botanê têkoşiyan, bi şerê fedaî û bi îrade yê li dijî êrişên dijmin di dîroka lehengiyê ya Botanê de rûpelekî nû afirandin. Ji ber van taybetmendiyên xwe, hevrêyên me Dijwar û Yûsuf bûn ji pêşengên serdema nû. Bi şehadeta xwe ji hevrêyên xwe re bûn qiblegeh ku timî berê wan lê be.”

Nasnameya van şehîdan weke li jêr e:

* Cûdî Kahraman (Cûmhûr Kahraman) ê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Cevahîr û Husnu, sala 2022´yan li Wanê şehîd bû.

* Dijwar Çarçela (Mazlûm Bahadir) ê li Şirnexê ji dayik bûye, kurê Gurcu û Selahattîn, 2'ê Cotmeha 2022´yan li Bestayê şehîd bû.

* Yûsuf Mirdêsî (Yilmaz Aslan) ê li Rihayê ji dayik bûye, kurê Guler û Halîl, 2'ê Cotmeha 2022´yan li Bestayê şehîd bû.

BEHDÎNAN