Fermandar Azad Çelê şehîd bû

Duşem 11 Cotmeh 2021 - 01:52

  • "Serketinên girîng afirandin, fermandarî û milîtaniya fedayî ya Apoyî bi rengê herî şareza temsîl kir û navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand." 

HPG'ê ragihand ku Fermandar  Azad Çelê (Siddik Bûdakbeyoglû) ji ber nexweşiyê şehîd bûye û got, "Serketinên girîng afirandin, fermandarî û milîtaniya fedayî ya Apoyî bi rengê herî şareza temsîl kir û navê xwe li dîroka lehengiyê ya Kurdistanê nivîsand." 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye: "Lehengê Çelê ku yek ji navendên qedîm ên gel û welatparêziya Kurdistanê ye, fermandarê me Azad Çelê ji ber nexweşiyê 2'ê Îlona 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû."

HPG´ê li ser Şehîd Azad Çelê got, "Hevrêyê me Azad Çelê sala 1972'an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Sala 1990'î destpêkê weke milîtanekî ERNK'ê li gund, bajar û bejahiyê bi erk û wezîfeya xwe rabû. Piştî 4 salan li ser vî bingehî sala 1993'an tevlî nava refên ARGK'ê bû, bû gerîla. Di demên herî zehmet ên têkoşîna me de li Zagrosan gerîlatî kir, bi wêrekiyeke mezin li refên herî pêş ên çalakiyan cih girt, dinya li leşkerên Tirk ên mêtinger teng kir û bû fermandarekî Apoyî yê xwedî tecrûbe û şareza. Ji Zagrosan heta Behdînanê, ji Behdînanê heta Qendîlê bi erk û berpirsyariyên şoreşgerî rabû û ji bo serketinê hewl da. Li çiyayê Zagrosan heta sala 2011'an têkoşiya, bi taybetî di pêvajoya sala 2011'an de pêşengî ji operasyonên şoreşgerî yên gerîla re kir.

Dema ku paşverûtiya DAÎŞ'ê li Sûriye û Iraqê bû belayê serê gelan bi taybetî jî gelê Kurd, hevrêyê me Azad bi tecrûbeya xwe ya bi salan rahişt çeka xwe û hêz da têkoşîna gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 

Hevrêyê me Azad ku di dema şer de lingekî xwe winda kir, gazî bû û tenê bi protez dikarîbû bimeşiya, ev yek li pêşiya xwe ti carî weke astengî nedît û meşa xwe ya şoreşê dewam kir. Di nava 32 salên şoreşgeriya xwe de serketinên mezin afirandin. Li her qada ku lê ma weke endamê Konseya Fermandariyê di asta herî bilind de wezîfe kir û fermandariya eyaletê kir.

Em soz didin ku armancên hevrêyê xwe Azad Çelê pêk bînin û di têkoşînê de xwedî li bibîranînên wî derkevin.

Li ser vî bingehî em careke din ji malbata hêja ya welatparêz a hevrê xwe, ji xelkê Çelê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

HPG´ê agahiyên li ser nasnameya fermandarê şehîd wisa eşkere kirin:

- Azad Çelê (Siddik Bûdakbeyoglû) yê li Çelê ji dayik bûye, kurê Hediye û Fazlettîn, 2’yê Îlona 2021´ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber nexweşiyê şehîd bû.

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.