Fermandar Amara Ronahî şehîd bû

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:18

  • "Di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."

HPG'ê nasnameya şehîdekê eşkere kir û got, "Di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, "Hevrêya me Amara jî ku di têkoşîna me ya azadiyê de ya bi pêşengiya jinê bi rê ve diçe, bi fedakarî û keda xwe fermandareke pêşeng bû, di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a qirker ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihîşt vê rastiyê. Em careke din soz didin ku têkoşîna hevrêya me Amara bi fedakarî û wêrekiyeke mezin meşand heta serketinê bênavber bimeşînin.

Li ser vî bingehî di şexsê hevrê Amara de em soza xwe dubare dikin ku tola şehîdên azadiyê hemûyan hilînin û di her kêliya jiyanê de xwedî li bibîranîna şehîdan derkevin. Ji dayik û malbata hêja ya hevrêya me Amara Ronahî, ji tevahiya gelê me yê welatparêz re em sersaxiyê dixwazin.”

HPG´ê ji bo şehîd Amara got, “Hevrêya me Amara yek ji zarokên Dersimê bû, li Mersînê ji dayik bû, li wir mezin bû. Hevrêya me Amara li nava malbateke Elewî û Kurd ji dayik bû. Li hemberî sekna bavê xwe ya alîgirê dewletê û Kemalîst, xwedî bawerî, nasname û çanda dayika xwe derket, şahidî ji kesayetiya wê ya welatparêz û berxwedêr re kir û bi vî rengî mezin bû. Hevrêya me Amara li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk a qirker ên ji bo koçberkirin û bêkokhiştina gelê me, xwe bi rastiya asî û serhildêr a Dersimê xemiland, û weke keça dayikeke têgihiştî û welatparêz mezin bû. Di karên ciwanan de bi rengekî çalak têkoşiya û fêhm kir ku ev yek li hemberî êriş û polîtîkayên dijmin ên li Kurdistanê têrê nake, lewma berê xwe da navenda berxwedanê, çiyayên Kurdistanê û di sala 2011'an de li eyaleta Erziromê tevlî nava refên gerîla bû.

Li dijî DAIŞ´ê jî şer kir

Sala 2014'an piştî ku DAIŞ'ê êriş bire ser Kobanê, ji bo tevlî vê berxwedana Gelhat, Viyan, Efrîn, Ozgur û Hebûnan bibe, hevrêya me Amara israr kir. Berxwedana Kobanê ji bo hevrêya me Amara bû xala duyemîn a diyarker di jiyana wê ya têkoşînê de.

Demekê wê cihê xwe di nava karên çapemeniyê yên HPG'ê de girt, ziman û wijdanê gerîla, ruhê berxwedanê û soza ji bo şehîdan ji xwe re kir esas, şahidiya xwe ji gelê me, dîrokê re ragihand, nîşan da.

Hevrêya me Amara weke milîtaneke xurt a gelê me yê Dersimê yê leheng, wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bi cidiyeke mezin û serketineke bilind bi cih anîn. Ala têkoşînê ya hevrêya me Amara wê ji aliyê hevrêyên wê ve bi serketinê bê tacîdarkirin."

Nasnameya şehîdê weke li jêr e:

- Amara Ronahî (Gamze Laçîn) a li Mersînê ji dayik bûye, keça Sevîm û Mehmet,  Tebaxa 2022´yan li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.  

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.