• Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ji ber ku hikûmeta Iraqê hêzeke ji 10 hezar çekdaran amade dike bixe Şengalê daxuyaniyek da. MXŞD´yê got, "Em ê li hemberî her êrişa li dijî destketiyên gelê xwe, mafê  xwe yê parastina rewa bi kar bînin."

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) li ser rewşa dawî ya Şengalê û pîlanên Iraqê yên li ser herêmê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. MXDŞ’ê bang kir û got; “Divê tevahiya hêz û aliyên siyasî ji bo parastina civaka Êzîdî amade be, ji ber ku metirsî li ser Şengalê heye.”

MXDŞ´ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal bire ser pîlanên qirêj ên li dijî Şengalê. MXDŞ’ê bang li hemû hêzên azadîxwaz kir da ku rê li ber fermaneke din a li dijî Êzîdiyan bigirin, ji ber ku Şengal di metirsiyê de ye.

MXDŞ’ê got, "Piştî peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, di navbera serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê de her wiha bi çavdêriya NY’ê pêkhatî, ji wê demê heta roja me ya îro, gelê me li ser piyan e û di nava têkoşînê de ye. Bi hemû awayî, gelê me li ber xwe dide û çalakiyên xwe bi awayekî demokratik pêk tîne.

Nerazîbûna xwe û metirsiya li ser xwe, dide diyarkirin. Li aliyê din, rêveberiya me ji roja despêkê ve gelek rêzehevdîtin bi hikûmet, kesayetî, hêzên leşkerî û partiyên Iraqê re kirin. Heta roja me ya îro jî me xwestiye ev pisgirêka li ser Şengal bi diyalogê were çareserkirin. Lê bi mixabin tişta tê dîtin, dixwazin vê lihevkirina li ser Şengalê bi cih bikin.

10 hezar çekdar li dijî Şengalê

Ji bo vê jî amadekarî tê kirin 10’ hezar hêzên çekdarî derbasî Şengalê bikin. Em dipirsin, gelo ev hêz ji bo çi ne? Dema DAIŞ´ê êrişî Şengalê kir, ev hêz li ku bûn, dema me li hemberî DAIŞ’ê şer dikir, ev hêz li ku derê bûn?

Pêdivî bi hêzeke eskerî ya ji derve nîne

Niha pêwîstiya Şengalê bi ti hêzeke leşkerî ya ji derve nîne, ji ber ku hêza parastinê ya Şengalê ku ji keç û xortên Êzîdiyan pêk tê, dikare Şengalê biparêze. Me li hemberî êrişên derve û hundir di çarçoveya parastina rewa de gel û destketiyên gel parastine. Em bang li raya giştî dikin û dibêjin, em naxwazin şer çêbe. Lê em ê li hemberî her êrişeke li dijî destketiyên gelê xwe, mafê  xwe yê parastina rewa bi kar bînin."

Tinekirina îradeya Êzîdiyan

Meclîsê di daxuyaniyê de armanca ji vê peymanê wiha rave kir:

"1- Tinekirina îradeya xelkê Êzîdî, têkbirina hêzên xweparastinê yên Êzîdiyan.
2- Girtina Êzîdiyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine.
3- Bi operasyonên li dijî malan, desteserkirina çekên xweparastinê yên şêniyên Şengalê.
4- Kontrolkirina rêyên di navbera bajar, gund, komalgehan de danîna bendên kontrolê û astengkirina çûn û hatina xelkê.
5- Li gel girtina sînorê Şengalê, dorpêçkirina warên pîroz Çêlmêra, Şêbilqasim Kiçil Laliş û hwd. Bicihkirina hêzên çekdar ên nenas li van herêman.
6- Bi vî rengî Erebên ku destek dan DAIŞ´ê, bûn sedema revandin, firotin û kuştina Êzîdiyan li Şengalê wê bên vegerandin."

Amade bin

MŞXD dibêje, ew pêkanîna van xisûsan li dijî Şengalê weke pêkanîna fermana 75’an li dijî civaka Êzîdî bi nav dikin û wiha dewam dike: "Niha Şengal û gelê Êzîdî di bin metirsiya fermanekê de ne ku bi navê qanûnê tê kirin.

Tişta ku çeteyên DAIŞ’ê nekarîbû li ser Şengalê pêk bînin, îro Iraq bi navê ferzkirina qanûnê, dixwaze li ser Êzîdiyan ferz bike.

Ji bo rê li ber vê fermanê bê girtin, em bang li tevahiya hêz, aliyên siyasî, her çar parçeyên Kurdistan û gelê xwe dikin ji bo parastina Şengalê û civaka Êzîdî amade bin."

NAVENDA NÛÇEYAN