Felsefeya Rêber APO em rizgar kirin

Çarşem 9 Cotmeh 2024 - 02:25

Îro salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmehê ye. Her wiha salvegera êrişa dagirkeriyê ya 2019’an li dijî Girê Spî û Serêkaniyê û Peymana 9’ê Cotmehê (2020) ya li dijî Êzidiyan û bi taybet jî destkeftiyên Şengaliyan e. Şengalî jî xwe amade dikin bi çalakiyên cuda pêşwazî li vê rojê bikin û protesto bikin. Çalakiyeke 3 rojan a konê çalakiyê çêbû û civaka Êzidî di konê çalakiyê de komplo, êrişa dagirkeriyê û peymana 9’ê Cotmehê şermezar kirin û careke din peyama wê nekarin bi komplo û peymanan îradeya li Şengalê pêkhatiye têk bibin, dan. Endamê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Berekat Mirad Sîncar da zanîn eger Hewlêr û Bexda gelek di berjewendiya Êzidiyan de kar dikin, bila peymanên di berjewendiya xelkê de çêbikin ne tifaqên li dijî Êzidiyan. Berekat Mirad Sîncar dest nîşan kir ku tifaqa navbera Hewlêr û Bexdayê de li dijî civaka Êzidî çêbûye, bi giştî ji aliyê pêkhateyên Şengalê yên wekî Mesîhî, Şîe, Sûne û ve nayê qebûlkirin û got:“Ne tenê Êzidî, hemû pêkhateyên din jî li dijî vê tifaqa Hewlêr û Bexda ya li dijî Şengalê ne.”

Ji komployê ne qut in

Li ser komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo jî Berekat Mirad Sîncar got:“Fikrê Rêber Apo li nava gelê me belav bû, ev fikir û felseyeke bihêz bû. Fikrê wî di berjewendiya hejar û gelan de ye. Di 3’yê Tebaxê de komployek dijî Şengalê çêbû, lê hemû hêza xwe ji bo Şengalê seferber kir, Şengalê ji nava lepên wan DAIŞ’î yan û kujeran derxist. Qenciya wî li hikûmeta navendî ya Iraqê bû.” Dayê Şemê Remo jî da zanîn komploya dijî Rêber Apo û peymana 9’ê Cotmehê ya dijî Êzidiyan girêdayî hev in û got:“Hikûmeta Iraqê li beramber van pîlanan bêhelwest e û hevkariyê bi dijmin re dike. Dixwazin bi rêya pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê, yên bûne sedema fermanê û destê wan di xwîna Êzidiyan de hene, dîsa yên bûne sedema dîl ketina bihezaran jin û zarokên Êzidî careke din vegerînin Şengalê. Lê divê were zanîn ne xelkê Şengalê û ne jî TAJÊ wê rê nede ew derbasê nava Şengalê bibin. Eger ew bidin ser laşê me jî em ê nehêlin ew derbasê Şengalê bibin. Bila bizanin em rê nadin peymana 9’ê Cotmehê li Iraqê de pêk were.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.