- Li ber rêveberiya Biden du rê hene: Gelo ew ê destûrê bide dewleta Tirk ku êrişên xwe yên bêîstîqrarkirinê dewam bike? Yan jî gelo ew ê destûrê bidin saxfilitiyên qirkirinê ku ji nû ve ava bikin û bên ser hemdê xwe?
Serok û damezrênerê Akademiya Şengalê Murad Ismael li ser hesabê xwe yê twitterê nivîsî "Li gorî nûçeyan niha van êrişên hewayî yên Tirkan kirin ku serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana xwe ya -li gorî pê dizanim- ji mêj hatibû plankirin a Şengalê betal bike, yanî serdana Macron ji ber îhhtîmala êrişên Tirk ên hewayî hatiye betalkirin." Lê tesîra van êrişan esas li ser civakên ji qirkirinê filitî heye. Dr. Amy A. Holmes jî bi gotarekê bi vê meseleyê daketiye.
Mirov vê bixwîne, bi vê nevê difikire, ka tesîra Fransaya ku nikare ji bo rojekê bombekirina Şengalê ji bo serokê xwe bide sekinandin, xwedî çi tesîrê ye li Iraqê.
27´ê Tebaxê Macron tevlî cîvana bilind cîranên Iraqê bûbû û ji wir jî pêr berê xwe dabû Hewlêrê. Ji wir ew çû Mûsilê jî, lê qismê serdana xwe ya Şengalê neçar betal kiribû.
Macron di ser hesabê xwe yê twitterê re doh kêfxweşiya xwe anîbû ziman ji serdana Başûrê Kurdistanê, û gotibû ew ê ti carî hevkariya Kurdan di şerê li dijî DAIŞ´ê de ji bîr neke. Pê re jî wî malavahiya Nêçîrvan Barzanî kiribû. Tevî ku di wêneyan de Masrour Barzanî jî xuya dike, wî navê wî hilneda.
Êrişên hewayî û felaketa nû
Dr. Amy A. Holmes jî ji saziya çapemeniyê ya Emerîkî The Hill re fikra xwe li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê nivîsî. Ew li Woodrow Wilson Center for Scholarsê lêkoler e. Wê got, "Vê gava ku Efxanistan ji hev de dikeve, êrişên hewayî yên Tirkiyeyê felaketa bê hazir dikin".
A. Holmes êrişên DAIŞ´ê yên Tebaxa 2014´an ên li dijî Êzîdiyên Şengalê û ji wir jî êrişên 2015´an ên li dijî Xirîstiyanên Xabûrê li rojava bi bîr dixe û dibêje, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ew weke qirkirin qebûl kiriye û çavkanî veqetandine ji bo silametiya van civakên ketine ber qirkirinê. Ew dibêje, êrişên bêrawestan ên dewleta Tirk li Iraq û Sûriyê zehmet dikin ku ev civakên hanê li silametiya xwe vegerin, heta vê yekê ne mumkin dikin.
Ew êrişên 16 û 17´ê Tebaxê li dijî Şengalê bi bîr dixe û dibêje, pêşengê Êzîdî Seîd Hesen Seîd wê rojê wê serokwezîrê Iraqê Kazimî bidîta. Lê wê rojê ji aliyê dewleta Tirk ve hat şehîdkirin. Ji serdema Sedam û vir ve, ev yekem serdana di wê astê de ya rayedarên Iraqê ji bo Şengalê bû. Dîtira rojê jî nexweşxaneya li Sikêniyê hat bombekirin û 8 kes şehîd bûn.
Dr. Amy A. Holmes bi bîr dixe ku hem dem di êrişên li dijî Til Temirê de jî Xirîstiyanên hîna mayî yên deverê di tehlûkeyê de ne û fermandar YPJ´ê Sosin Ahmed û sê şervanên din ên QSD´ê şehîd bûne.
Ew îdîayên dewleta Tirk jî lê eşkere dike û dibêje, nexweşxane nexweşxane bû, û Seîd Hesen jî ji fermandarên YBŞ´ê bû.
Matematîk jî dewleta Tirk li derewê diqelibîne
Ew bi hejmaran jî dîdayên dewleta Tirk li derewê diqelibîne: Ji Çileyê 2017´an heta bi Tebaxa 2020´an dewleta Tirk 3 hezar û 319 êriş birine ser hêzên QSD´ê û sivîlên Bakurê Sûriyê. Beramberî vê QSD´ê ji sînor û wêde tenê 22 caran bersiv daye. Yanî îdîaya dewleta Tirk a ku dibêje, wê bersiv daye êrişan li gorî matematîkê dereweke mezin e.
Dr. Amy A. Holmesê tesbît kiriye ku dewleta Tirk û çeteyên wê agirbetsa ku DYE´yê navbeykariya wê kiriye ya Cotmeha 2019´an jî di sala pêşî de 800 caran binpê kiriye.
Wê analîzeke tesîra êrişên hewayî yên dewleta tirk li dijî Şengalê jî kiriye: Dewleta Tirk di nava pênc salên bihurî de her sal êrişî Şengalê kiriye. Êrişên dewleta Tirk kirine ku hin Şengaliyên vedigerin Şengalî jî ji nû ve biçin kampan.
Tu rê li ber rêveberiya Emerîkî
Ew bangên civaka Êzîdî yên helwêstnîşandana li dijî êrişên dewleta Tirk bi bîr dixe û dibêje, "Ev bûyerên trajîk ên vê dawiyê li herêmê divê bikin ku civaka navneteweyî êdî guh bide van hewaran."
Ew herî dawî dibêje, êrişên dewleta Tirk ji bo qanûnçêkerên Emerîkî û rêveberiya Biden du rêyan dihêlin: "Gelo em ê dewam bikin û destûrê bidin dewleta Tirk ku êrişên xwe yên bêîstîqrarkirinê dewam bike? Yan jî gelo em ê destûrê bidin saxfilitiyên qirkirinê ku ji nû ve ava bikin û bên ser hemdê xwe?"
FRANKFURT