Hevserokê PADÊ Emer Salih derbarê liv û tevgera leşkerî ya hêzên Iraqê a li Şengalê û provakasyonên dawî de got; “Hinek hêz hene, dixwazin li Şengalê tevliheviyan çêkin, em naxwazin li Şengalê ti alozî çêbe, lê li ser Şengalê xeteriya herî mezin peymana 9’ê Cotmehê ye. Peywendiya me bi Iraqê re wê dewam bike, divê îdareya Şengalê di destê Şengaliyan de be.”
Rêveberiya Xweser a Şengalê di 17’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku bi hinceta ewlehiyê, hêzeke mezin ya Artêşa Iraqê li Şengalê tê bicihkirin û ev peyam dabû: “Gelo ev hewldan û tevgera leşkerî li ser navê kê tê kirin? Ev hewldan tenê di berjewendiya hikûmeta Kazimî û PDK’ê de ye, ne di ya Iraqê de ye.”
Fermandarê Operasyonên Rojavayê Nînovayê Lîwa Rûkun Cebar, pêr nîv saet mohlet dabû hêza Asayîşa Êzîdxanê ya dewra nahiya Sinûnê, û gef lê kir, heger ji cihê xwe dernekeve, ew ê bi zorê wê derxin.
Hevserokê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) Emer Salih derbarê bûyerên dawî, pîlanên li dijî Şengalê de axivî.
Daxwaza gelê me xwebirêvebirin e
Emer Salih got, PADÊ li ser bingehê çareserkirina pirsgirêkên civakê tevdigere; “Em naxwazin li Şengalê ti alozî çêbe, lê mixabin li ser Şengalê êriş dewam dikin. Îro roj, xetera herî mezin peymana 9’ê Cotmehê ye. Em dixwazin li ser bingehê xwerêvebirinê çareseriyê bi pêş bixin, lê Hikûmeta Iraqê heta niha jî ti gav neavêtiye. Me gelek caran bi Hikûmeta Iraqê re hevdîtin kirin û me ti carî negotiye em îdareyê qebûl nakin. Lê îdareyeke ku bikare vê civakê bi rê ve bibe, pêwîst e. Ev daxwaza gelê me ye.”
Emer Salih, behsa daxuyaniyên dawî yên parlamenterên PDK’ê, nexasim daxuyaniya Majîd Şengalî kir û got, “Nabe parlamenterek gotinên cûdakeriya dînî bi kar bîne. Gotinên wî DAIŞ´ê tîne bîra me. Em bang li Hikûmeta Iraqê jî dikin, divê doz li dijî wan kesan vekin. Majîd Şengalî peykerê Ş. Zerdeşt qebûl nake, yanî ew Êzidiyan qebûl nake.”
Emer Salih bal bire ser helwêsta Rêveberiya Xweser û got, “Em jî dixwazin îdareyekê li Şengalê çêkin, em ne li dijî vê ne. Em dixwazin bê şer û pirsgirêk Şengaleke azad ava bikin û bi ti awayî em naxwazin li Şengalê şer û pevçûn rû bide. Hinek hêz dixwazin cardin li Şengalê tevlîheviyan çêkin. Em li dijî vê ne, em ê nehêlin ti êriş li dijî Şengalê çêbe. Têkiliyên me yên bi dewleta Iraqê re wê dewam bikin û em ê wan bi pêş bixin. Ferman li Şengalê rabû, lazim e rêzê li civaka Êzîdî bigirin û biryara Şengalê di destê Şengaliyan de be.”
ÎBRAHÎM ÊZIDÎ/ROJNEWS/ŞENGAL