HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên ku li Avaşînê şehîd bûne eşkere kir û got “Ev hevrêyên me yên ku milîtanên Apoyî bûn, peywir û berpirsyariyên xwe bi cih anîn û tevlî nav karwanê nemiran bûn.”

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin;

“Di êrîşa dijmin a 7’ê Hezîrana 2023’an de li herêma Avaşînê pêk hat, hevrêyên me Endamê Fermandariya Eyaleta Avaşînê Devrîm Garzan û Sîdar Amed şehîd bûn. Hevrêyê me Devrîm demeke dirêj li herêma Avaşînê bû û di her kêliya têkoşînê de cih girt. Hevrê Devrîm ji Mamreşo heta Werxelê li gelek herêman li dijî dagirkeran têkoşîneke fedayî meşand û wekî fermandarên ciwan ên gerîlatiya serdema nû ketiye nav dîroka me ya têkoşînê. Hevrêyê me Sîdar kurê mêrxas ê Amedê, bi tevlîbûna xwe ya fedayî ya di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ku bi îrade, bi biryar û coşeke mezin tevlî bû, di demeke kin de bû gerîlayekî jêhatî. Em soz didin ku xeyalên azadiyê yên gelê me yê ku xwedî têkoşerên wisa qehreman in bi cih bînin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Devrîm û Sîdar, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêyê me Devrîm li Êlihê weke ewladekî welatparêz de jidayîk bû. Piştî êrişên DAIŞ’ê destpêkirin, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Di sala 2017’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Devrîm tevî temenê xwe yê ciwan, bi tevlîbûna xwe ya bi tempo, berpirsiyariyên mezin dane ser milên xwe û di Fermandariya Eyaleta Avaşînê de cihê xwe girt. Li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi şêwazê encamgir û nûjen gelek çalakiyên li Avaşînê koordîne kir û bi xwe tevlî van çalakiyan bû û derbên giran li dagirkeran xist. Ji bo pêşxistina gerîlatiya Modernîteya Demokratîk gelek ked da. 

Hevrêyê me Sîdar li bajarê Amedê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Di sala 2019’an de tevlî Hêzên Rizgariya Rojava bû. Hêrsa wî ya tolhildana şehîdan a ji dewleta Tirk a dagirker û qirker, bû wesîle ku berê xwe bide çiyayên Kurdistanê. Baweriya wî ya bi serketinê, sekna wî ya bi biryar, kesayeta wî ya bi moral û coş, bawerî da hevrêyên xwe. Bû yek ji hevrêyên me yê pêşeng ku li Avaşîn di tunelên şer de derbên giran li dijmin hate xistin. Xebat û tekoşîna wî ya bi eşq ji bo hemû hevrêyên wî bû mînak.  

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ye;

Devrîm Garzan (Bîlal Onat), li Êlihê jidayîk bûye, 7’ê Hezîrana 2023’an li Avaşînê şehîd bû.

Sîdar Amed (Mazlûm Yilmaz), li Amedê jidayîk bûye, 7’ê Hezîrana 2023’an li Avaşînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN