Fedayiyên bijarte yên xeta APO’yî

Şemî 31 Gulan 2025 - 03:15

HPG'ê şehîd Ozgur û Besê bi bîr anî û got:"Heta nefesa xwe ya dawî bi rengekî fedaî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:"Fedaiyên bijarte yên xeta milîtaniya Apoyî hevrêyên me Ozgur û Besê di 21'ê Çileya 2025'an de di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me li ser xeta PKK-PAJK'ê bêteredût meşiyan, ji dil baweriya xwe bi Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê ya Rêber Apo anîn. Hevrêyên me Ozgur û Besê ku esasên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pejirandin û profesyonel bûn, ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî paşerojeke azad bêrawesetandin têkoşiyan û bi vê sekna xwe bûn mînak ji ciwanên Kurd ên bi rûmet re, bûn milîtanên jin ên pêşeng. Li herêmên Zap û Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl ku şer lê giran bû, hevrêyên me bi wêrekî û biryardarî têkoşiyan, heta nefesa xwe ya dawî bi fedaîtî şer kirin û cihê xwe di dîroka me ya bi rûmet de girtin. Weke hevrêyên wan em soza xwe dubare dikin ku dilsozê têkoşîna hevrê Ozgur û Besê bin û xeyalên wan pêk bînin. Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe nû dikin ku xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin û armancên wan bi ser bixînin.

Hevrêya me Ozgur li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo qirkirinê êrîş bir ser gelê me, hevrêya me Ozgur bê teredût ji bo parastina nirxên gelê me yên bi îradeyeke mezin hatin afirandin, li refên herî pêş cih girt. Sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Ozgur tevlî gelek operasyonên şoreşgerî bû, ji bo derbên giran li dagirkeran bixe gelekî ked da. Bi pisporiya xwe ya di taktîkên demê de, bi hevrêtiya xwe ya kûr, bi sekna xwe ya zelal a li ser xeta azadiya jinê û bi kesayetiya xwe ya berê xwe da serketinê, bû milîtaneke YJA Starê ya serketî.

Hevrêya me Besê li bajarê welatparêzî û berxwedêriyê yê Serhedê li nava malbateke dilsozê kevneşopî û çanda Kurdîtiyê jidayîk bû. Di sala 2015'an de hevrêya me Besê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Besê di bin sîwana Hêzên Taybet de bi perwerdeya wergirtî xwe li ser pîvanên fedaîtiyê perwerde kir. Hevrêya me Besê bi duristî, sadebûn û fedakariya xwe ya di têkiliyên hevrêtiyê de, bi zelalî û biryardariya xwe ya di armancê de, pîvanên milîtaniya pêşeng a partiya me PKK-PAJK'ê di kesayetiya xwe de bi rengekî hêja temsîl kir û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka lehengiyê ya gelê me de girt."

Agahiyên li ser nasnama hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Ozgur Erdal (Hemîde Hemo), li Serêkaniyê jidayîk bûye, 21’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.

Besê Devran Çiya (Menşûre Akpolat), li Mûşê jidayîk bûye, 21’ê Çileya 2025’an li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.