• HPG’ê: "Hevrêyên me Ardil û Firat, di heman demê de nûnerên vê serdemê yên dersa berxwedanê ya xelkê me yê Dersimê ye, vî xelkî beriya sed salan ev ders da qirkeran.” 

HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn eşkere kir û got, “Hevrêyên me Ardil û Firat, di heman demê de nûnerên vê serdemê yên dersa berxwedanê ya xelkê me yê Dersimê ye, vî xelkî beriya sed salan ev ders da qirkeran.” 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Di destpêka Gulanê de li qadên Yasak û Geliyê Sal ên Dersimê, di dema êrişên dijmin de di navbera komeke me ya gerîla û hêzên dijmin de şer qewimî. Hevrêyên me Ardil, Firat û Îsyan ên ku di şer de bi giranî birîndar bûn, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û ji bo dîl nekevin destê dewleta Tirk a dagirker bombeyên xwe bi xwe de teqandin û şehîd bûn. Nasnameya hevrêyê me Îsyan ê di vî şerî de şehîd bû, piştî ku eşkere bû wê bi gelê me û raya giştî re bê parvekirin.”

HPG´ê ji bo şehîd Ardil Poyraz got, “Hevrêya me Ardil piştî karên ciwanan daxwaza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe mezin kir û sala 2011’an tevlî nava refên Artêşa Jina Azad bû.

Hevrêya me Ardil di xeta PKK û PAJK’ê de zû kûr bû û bû milîtaneke qewîn a Felsefeya Rêber Apo. Li gelek qadên cuda gerîlatî kir, û gelekî dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike. Ew çû qada Dersimê û ji bo xeyalên azadiyê yên gelê me kete nava şerekî bêeman ê li dijî dagirkeran. Di nava şert û mercên herî giran de li refên herî pêş tevlî çalakiyan bû ku derbên mezin li dagirkeran xistin. Hevrêya me Ardil li dijî bangên teslîmiyetê yên dagirkeran heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û dema ku cebilxaneya wê qediya bombeya xwe bi xwe ve teqand, bi vî rengî tevlî kava karwanê nemiran bû.“

HPG´ê ji bo şehîd Firat Erkendî jî got, “Hevrêyê me Firat li Edeneyê ji dayik bû. Li dijî polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a dagirker ku ji bo dejenerekirina ciwanên Kurd li metropolan her rê û rêbazê bi kar tîne, hevrêyê me Firat cewhera xwe parast û sala 2014’an tevlî nava refên gerîla bû. Li her cihê ku lê ma bi xurtî tevlî bû, her wezîfeya dikete ser milê xwe bi rengekî serketî bi cih anî. Tevlîbûna bêşert û merc a li xeta Rêber Apo ji xwe re kir esas. Hevrêyê me Firat li dijî dagirkeran li çiyayên Dersimê têkoşiya, heta kêliya dawî li ser xeta serketinê meşiya û li dijî bangên teslîmiyetê yên dagirkeran bi berxwedanê bersiv da.

Ji bo dîl nekeve destê dagirkeran bombeya xwe bi xwe ve teqand û gihîşt şehadetê.” 

HPG´ê di dawiyê de hjî sersaxî xwest û soza serketinê dubare kir: “Serê xelkê me yê Êlihê û eşîra Erkendî yên hêja ku dudilî ewladên xwe yên leheng ji bo azadiya welat û gelê me tevlî nava refên azadiyê kir, sax be, serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”

HPG´ê agahiyên li ser nasnameya şehîd Ardil û şehîd Firat jî wiha parve kirin:

* Ardil Poyraz (Buşra) a li Êlihê ji dayik bûye, keça Hafsat û Îzzettîn
* Firat Erkendî (Ramazan Bayav) li Edene ji dayik bûye, kurê Sakîne û Ubeyt

NAVENDA NÛÇEYAN