Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê gerîla Harûn Firat (Dogan Demîr) û Zinar Tetwan (Îdrîs Înce) bi bîr anî, ku 26'ê Cotmehê li Skenderûnê di çalakiya fedayî de şehîd bûn.
HPG'ê ya li ser mijarê got, "Di daxuyaniya xwe ya 29'ê Cotmeha 2020'î de me ragihandibûn ku 26'ê Cotmehê tîmeke me ya gerîla ya profesyonel a ji du kesan pêk dihat, li navçeya Skenderûnê ya Hatayê çalakî kiriye û agahiyên berfireh ên li ser vê çalakiyê wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin. Di van çalakiyan de li Payas û Skenderûnê yên ser bi Hatayê, hevrêyên me Harûn û Zinar bi rengekî lehengî li dijî dijminê mêtinger şer kirin û di encama çalakiya fedayî de şehîd bûn."
HPG´ê da zanîn ku Harûn Firat (Dogan Demîr) li navçeya Wanê Qelqeliyê hatiye dinê û 26'ê Cotmeha 2020´an li Skenderûnê şehîd bûye.
Wê got, Zinar Tetwan (Îdrîs Înce) jî li Bedlîsê hatiye dinê û 26'ê Cotmeha 2020´an li Skenderûnê şehîd bûye.
HPG´ê got, "gerîlayên serdema nû bi rengekî afirîner, bi amûrên hewayî derbasî Amanosan bû. Dewleta Tirk a mêtinger ku timî propagandayê dike û îdîa dike ku li Amanosan gerîla tasfiye kiriye, li pêşberî vê afirîneriya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê mat ma. Tîma me ya gerîla ya profesyonel ji baregehên xwe yên bingehîn bi rê ket, her cûre tedbîrên hewayî û bejahî yên dijmin têk birin û gihîşt hedefa xwe. Tîma me ya gerîla a ku gihîşt hedefa xwe, plana çalakiya li dijî dijmin bi rêxistin kir û ji bo pêkanîna vê plana xwe kete nava liv û tevgerê."
Ketin cihê dijmin xwe lê ewle didît
Ji bo çalakiya gerîlayan jî HPG´ê got, "Li bejahiya Amanosê bi hostatî daketin nava bajêr û li vir dest danîn ser wesayîtekê. Li navçeya Payasê ya Hatayê, li dijî dijminê ku hewl dida wan rawestîne bi wêrekî şer kirin, bi vî rengî ji benda kontrolê ya dijmin derbas bûn û kirin ku dijmin gelek kuştiyan bide. Artêşa Tirk a dagirker mîna ku her carê dike, dagirkerên li vê derê hatin cezakirin, ji raya giştî veşart û diyar kir ku tenê efserek birîndar bûye. …
Hevrêyên me ku ji bo çalakiya fedayî berê xwe dan Skenderûnê, piştî ku gihîştin vê derê bi saetan li dijî polîs û tîmên taybet şer kirin. Vê tîma gerîla ya ji 2 kesan bêtirs û qewîn li nava bajêr însiyatîf timî di destê xwe de hişt. Hevrêyê me Harûn piştî ku demeke dirêj şer kir, xwe bi dijmin de teqand û gelek dijmin ceza kirin. Hevrêyê me Zinar jî heta fîşeka xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Tevî ku gelek polîsên dewleta Tirk hatin cezakirin jî ti ji wan ji raya giştî re nehate eşkerekirin, tenê ragihandin ku Alîkarê Midûrê Emniyetê yê Navçeya Skenderûnê birîndar bûye."
HPG´ê pesnê qehremaniya herdu gerîlayan wiha da: "Hevrêyên me Harûn û Zinar bi taktîkên afirîner ên gerîlayên serdema nû, xwe gihandin Amanosan, ji vir bi rê ketin, bi ser bajarê ku her cûre leşker û polîsên faşîst ên dewleta Tirk lê ne meşiyan, bi wêrekiyeke mezin bi saetan şer kirin, bûn mîna kabûsekê li ser dijmin û bi vî rengî nîşan dan ka biryardarî û îradeya milîtaniya Apoyî çi qasî xurt e. Careke din raxistin pêş çavan ku tîmeke gerîla ya modern û pispor bi rê û rêbazên serdemê dikare her cûre tedbîrên dijminê faşîst ê qirker têk bibe."
HPG´ê di serî de malbatên her du gerîlayên şehîd, sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê re xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN