REWŞAN DENIZ

Di rojnameya Ozgur Polîtîkayê ya 13´ê Adarê de ji manşetê çalakiya wî hatiye dîtin. Çalakiya fedaî ya Akîf Kobanê li dijî navenda MÎT´ê ya li Dihokê. Lê mirov xweşik bi naverok û maneya çalakiyê nahise. Ozgur Polîtîkayê nivîsiye: "Çalakiyeke întîharî li dijî avahiya MÎT´ê ya li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê yê di kontrola PDK´ê de, çêbû. Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya ARGK´ê de hat gotin, gerîlayê ARGK´ê Şahîn Huseyin (Akîf) piştî ku bi sîlehê li ser 4 wezîfedarên ewlehiyê yên li ber avahiya MÎT´ê da, kete hundirê avahiyê û bombeyên li ser xwe teqandin. Di çalakiyê de 2 endamên MÎT´ê hatin kuştin 6 jî bi giranî birîndar bûn."

Di nûçeya li rûpel 5´an de jî em hîn dibin ku "Çalakî li dijî komploya li dijî Serokê Giştî yê PKK´ê Abdullah Ocalan bersivek" e.  

Demeke dirêj di biwara Şahîn Huseyîn yan jî bi navê wî yê şoreşgeriyê Akîf Kobanê de tiştek nehat nivîsîn. Me nezanî ji bo çi û çawa wî çalakiya xwe kiriye. Tenê daxuyaniya ARGK´ê û nûçeya li ber wê hatî amadekirin hebû.    

Bibin yek, bi rêxistin bibin

Di hejmara Sibata 2019´an a Serxwebûnê de hevrêyên wî behsa wî dikirin*. Lê ya ji wê jî muhimtir, du nameyên wî li pey xwe hiştî jî hene. Di dawiya nameya pêşî de ew dibêje, "Miletê Kurd ê ezîz! Îro ew roj e ku em wan destên dirêjî Serok Apo bûne, bi meşên xwe, bi çalakiyên xwe û bi serhildanên xwe bişikînin! Îro, ew roj e ku em ber bi Kurdistana azad ve bimeşin. Bi gotinên Serok Apo, ev roj, ew roj e ku em bi rêxistina xwe veguherin îradeyeke hilneweşe! Ez bang li we dikim werin bibin yek, werin bi rêxistin bibin, ez bi çalakiya xwe silavan li we dikim."

Ev nameya wî ji "Rêbertiya Partiyê" re ye û di destpêka wê de ew wiha armanca çalakiya xwe rave dike: "Çalakiya min li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Serok Apo bersivek e, bangeke li miletê Başûr, û bi vî şêwazî ez 8´ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê û Cejna Newrozê pîroz dikim, silav dikim. Wekî din [çalakiya min] li ser esasê bibîranîna miletê min ê ezîz e ku di komkujiya Helebce ya 16´ê Adarê de şehîd bûye."
Em eşkere dibînin ku Akîf Kobanê çalakiya xwe di peywendeke dîrokî de dibîne, bersiva komployê, pîrozkirina cejnên berxwedan û têkoşînê û bibîranîna şehîdên Helebce ji hev qut nake.

Li ser rêya Zîlanbûnê

Nameya din ji YAJK´ê (Yekîtiya Jinên Azad a Kurdistanê) re bû. Ew beriya ku berê xwe bide hedefa xwe dibêje, "Ez careke din bi rasthatina 8´ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, bang dikim li tevahiya hevrêyên jin ên tevgera jinan a YAJK´ê ya bi hewldanên mezin ên Rêbertiya Partiyê peyda bû û bi Zîlanan gewde dibe, da ku li ser rêya Zîlanbûnê bimeşin, ez cejna Newrozê ya miletê me pîroz dikim; û ez bi evîna xwe ya ji bo azadî û jiyanê silavan dikim li hebûna me ya herî bi qîmet Serok Apo, berxwedanên li çiya û zindanan, şehîdên Kurdistan û dinyayê, tevahiya miletê Kurdistanê, li mirovahiya dinyaya pêşverû û li tevahiya hevrêyan."  

Herî dawî ew ji hevrêyên xwe rica dike ku li kêmasiyên wî negirin. 

Akîf Kobanê (Şahîn Huseyin) sala 1980´yê li gundê Serûkanî yê ser bi Kobanê hatiye dinê. Sala 1997´an tevlî dewreyeke perwerdeyê dibe û sala 1998´an tevlî nav refên şoreşgeran dibe. Heman salê ew diçe devera Ocalan lê û li wir jî perwerde dibe. Piştî wê perwerdeyê jî ew berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Hevalên wî dibêjin, ew her bi hesreta wan çiyayan bûye. Wî bi çalakiya 10´ê Adara 1999´an dilsoziya xwe ya bi peymana xwe bi bi Ocalan re bire serî.  

* Di bergê dawî yê Serxwebûna Sibata 2019´an de bi sernivîsa "Eylemimle Önderliğe karşı borcumu ödemeye çalışacağım (Bi çalakiya xwe ez ê hewl bidim deynê xwe bidim Rêbertiyê)"