Fedaî şehîd bû

Yekşem 24 Nîsan 2022 - 22:36

  • "Hevrêyê me Fedaî hewl da tecrûbeya leşkerî ya li Rojava bi felsefeya Rêbertiyê li çiyayên Kurdistanê bike yek û bibe milîtanekî Apoyî yê fedaî."

HPG´ê da zanîn ku gerîlayekî ji Cezaa şehîd bûye, HPG´ê got, "Hevrêyê me Fedaî di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih digirt û li herêma Avaşînê hîna ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ve sînga xwe kir çeper û li refên herî pêş bersiv da dagirkeran, bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Fedaî ku ewladê leheng û hêja yê gelê me yê Ereb bû, bi berxwedana xwe ya bi lehengî bi baweriya kûr a ji paradîgmaya neteweya demokratîk û îdeolojiya Apoyî têkoşiya û bû yek ji lehengên di berxwedana me de bû sembol."

HPG´ê ji bo şehîd Fedaî Kobanê got, "Di demekê de ku şer giran bû bi wêrekiyeke mezin li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kir. Tevî ku di şer de bi giranî birîndar bû jî di têkoşînê de israr kir û ji bo têkoşîna xwe mezintir bike sala 2016'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Fedaî hewl da tecrûbeya leşkerî ya li Rojava bi felsefeya Rêbertiyê li çiyayên Kurdistanê bike yek û bibe milîtanekî Apoyî yê fedaî. Di nava 3 salan de li Garê ma û ji bo biçe Avaşînê, israr kir û sala 2019'an çû Avaşînê. Bi taybetî sala 2019'an tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên mezin li Avaşînê li dijmin hatin xistin. Em bang li tevahiya ciwanên Ereb û Kurd dikin ku hevrêyê me şehîd Fedaî ji xwe re bikin mînak, tevlî nava refên têkoşînê bibin û artêşa gerîla mezin bikin."

Agahiyên li ser nasnameya şehîdî wiha hatin eşkerekirin:

Fedaî Kobanê (Hazim Elî El Nofel) ê li Cezaa ji dayik bûyî, kurê Meryem û Elî, 18'ê Nîsana 2022´yan li Avaşînê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.