- Ok: Artêşa Tirk îro têk çûye, ev yek encama têkoşîna me ye. Niha kîjan hêz bi bernameya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê dixwaze tevbigere û xwedî îrade be, niha tam dema wê ye. Li hemberî wan êdî ne burokrasiyeke hişk a mîna berê heye, ne jî artêşeke ku li ser her tiştî serwer e.
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di encama têkoşîna tevgera azadiyê de faşîzma AKP-MHP'ê hatiye ber nemanê û got, "Tenê maye ku eniyeke xurt a demokrasî û muxalefetê ya bi îrade û perspektîf bi rola xwe rabe."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok li ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, biryara Konseya Ewrûpayê ya têkildarî Ocalan, rewşa heyî ya faşîzma AKP-MHP'ê û helwêsta PDK'ê axivî.
Sabrî Ok bi bîr xist ku Ocalan nêzî 23 salan e ku li zindana Îmraliyê dîlgirtî ye û got, "Sîstema Îmraliyê sîstemeke gelekî taybet e ku ji aliyê hêzên komploger ên navneteweyî ve hatiye avakirin û dewama komployê ye. Dema ku Rêber Apo anîn Îmraliyê, yek ji kesên ku ew pêşwazî kir, li ser navê Konseya Ewrûpayê jinek bû. Vê jinê ji Rêber Apo re got, ew ê rewşê bişopîne û carinan karibe hevdîtinan bike. Bi rehetiya ku di komployê de cih digirt, jina Ewrûpî bi vî rengî diaxivî. Jixwe yên ku komplo plan kirin û pêk anîn DYE û Ewrûpa bûn. Yên ku şert û mercên niha Rêber Apo tê de ye û ji sîstema Îmraliyê berpirsyar in, ev hêz in. Di şexsê Rêber Apo de li Îmraliyê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û hiqûq her roj tê binpêkirin."
Ya girîng wê bibe israra Konseya Ewrûpayê
Sabrî Ok bi bîr xist ku miracaeta parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û saziyên pêwendîdar a li Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê piştî 7 salan kete rojevê û got, "Konseya Ewrûpayê (KE), DMME, nêzîkatiya wan a li gelê Kurd û Rêber Apo bi giranî ne helwêsteke hiqûqî ye, nêzîkatiyeke polîtîk e. Ji niha û pê ve ya girîng ew e ku Komîteya Wezîran a KE’yê di kîjan astê de zextê li Tirkiyeyê bike û di vê yeka xwe de israr bike. Komîteya Wezîran a KE’yê ji Tirkiyeyê xwestiye ku mafê hêviyê yê têkildarî cezayê girtîgehê yê heta hetayê li gorî biryara DMME'yê sererast bike. Bi esasî ya girîng ew e ku gelê me ji bo azadiya Rêber Apo di asta siyasî, dîplomatîk, hiqûqî û civakî de li her deverê li ser piyan be û têkoşînê bi biryardarî dewam bike."
Faşîzm siyasî têk çûye
Sabrî Ok wekî din bal bire ser rewşa heyî ya faşîzma AKP-MHP'ê û got, "Bi deh hezaran çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst û versiyonên wan ên cuda ji aliyê faşîzma AKP-MHP'ê ve tên komkirin, birêxistinkirin û fînansekirin. Bi destê çeteyên faşîst dagirkirina xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, desteserkirina xaka Sûriyeyê ji bo vê gavê weke serketinekê xuya bike jî rewşeke welê ye ku di pêvajoya bê de faşîzma AKP-MHP'ê wê nikaribe ji binê rabe. Bi hêzên navneteweyî hemûyan re xwedî pirsgirêk e. Di navbera DYE û Rûsyayê de diçe û tê, lê di vê polîtîkayê de jî gihîştiye ber dawiyê. Faşîzma AKP-MHP'ê ketiye pêvajoya jihevdeketin û têkçûnê. Ji aliyê siyasî ve ji desthilatdariyê ketiye. Bi zext û zordariyê desthilatdariya xwe dewam dike. Aboriya Tirkiyeyê tevizî ye. Di vir de berxwedana gel û tevgera me diyarker e. Artêşa Tirk îro têk çûye, ev yek encama têkoşîna me ye. Niha kîjan hêz bi bernameya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokrasiyê dixwaze tevbigere û xwedî îrade be, niha tam dema wê ye. Li hemberî wan êdî ne burokrasiyeke hişk a mîna berê heye, ne jî artêşeke ku li ser her tiştî serwer e."
Bereyeke muxalefetê
Sabrî Ok diyar kir ku PKK'ê tiştên bi vî rengî girîng bi gelên Tirkiyeyê daye qezençkirin û wiha dewam kir, “Heger li hemberî PKK'ê û gerîlayên Kurdistanê serketî bûna, jixwe bi ewqasî bela û pirsgirêkan re rû bi rû nediman. Jixwe civaka Tirkiyeyê jî mîna berê ne di rewşeke welê de ye ku bê birêvebirin û bi atmosfera neteweperestî û terorê piştgiriyê bide faşîzmê. Eşkere dibe ku faşîzma AKP-MHP'ê winda kiriye. Niha tenê maye ku bereyeke demokrasî û muxalefetê ya xurt a xwedî bername, perspektîf, bi îrade û berxwedêr bi rola xwe tevbigere. Di vê mijarê de sekn û helwêsta HDP'ê gelekî girîng e. Heger CHP li ser çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê biryarê bide, sekneke bi biryar, wêrek û berxwedêr nîşan bide, li gorî vê bi rol û mîsyonê rabe, hingî bi rastî jî wê pêşiya Tirkiyeyê vekirî be. Temenê faşîzma AKP-MHP'ê di kêliya dawî de ye."
PDK ji miletê Kurd re hişt
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, li ser hevkariya PDK'ê ya bi rejîma AKP-MHP'ê re got, "Gelo rayedarên PDK'ê wê ji vê dîroka darvekirina Şêx Selam heta gotina 'Kurdistan nîne' ya Hûlûsî Akar çawa binirxînin. Em vê yekê ji teqdîra gelê xwe re dihêlin.
Faşîzma AKP-MHP'ê dibêje 'Bila PKK ji Rojava derkeve, sedema nearamiyê ye'; PDK jî bi heman rengî got, 'Heta ku PKK li Rojava hebe têkiliyên me yên bi Rojava re wê sererast nebe'. Faşîzma AKP-MHP'ê dibêje 'Eger PKK nebe karekî me li Başûr nîne', PDK'ê jî got, 'Sedema dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr PKK ye'. Mejî, ziman, ûslûb û helwest weke hev e.
Faşîzma AKP-MHP'ê li Şengalê, Mexmûrê, Rojava keç û xortên Kurd ên berxwedê bi çekên kîmyewî bi zalimane qetil dike û cenazeyên şehîdan nade malbatên wan. PDK jî polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne. Cenazeyên 5 gerîlayên Kurdistanê yên ku li Xelîfanê şehîd xistin radestî malbatên wan nake, mîna dewleta Tirk tevdigere. Malbatên şehîdan bi mehane li Sêmalkayê kon vedane û cenazeyên şehîdan ji PDK'ê dixwazin.
Helwêsta partî û xelkê me yê Başûr a li dijî dagirkeriya faşîzma AKP-MH'Pê ya li Başûr erênî ye, lê têrê nake. Gelek sazî, welatparêz, kes û kesayetan helwêst û nerazîbûn nîşan dabin jî ev helwêst hînê rêxistinkirî nîne, giştî nîne. Halbûkî eger dewleta Tirk a dagirker li hemberî gerîla bi ser ketibûya wê bixwesta Hewlêrê dorpêç bike, xwe bigihîne Kerkûkê. Bi deh hezaran çeteyên faşîst belasebep xwedî nake.
Divê gelê me vê xeterê bibîne, bi vî rengî xwedî li xaka xwe, nirxên xwe derkeve û li gel berxwedana bi heybet a gerîla ku rûmeta her kesî ye bisekine."
ANF/BEHDÎNAN