- NPG'ê têkildarî êrişa dagirkeriyê ya li ser Garê daxuyanî da. NPGʼê da zanîn ku di şerê 4 rojan de 37 eskerên artêşa Tirk hatine cezakirin û 15 gerîla jî şehîd bûne. NPGʼê têkçûna artêşa Tirk a li Garê weke destpêka bidawîbûna rejîma faşîst destnîşan kir.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) li ser êrişên dagirkeriyê yên li Garê û berxwedana hêzên gerîla daxuyaniyeke berfireh da.
Daxuyaniya NPG'ê wiha ye: "Êrişa hêzên dewleta Tirk a mêtinger a li ser Garê sibeha 10'ê Sibatê dest pê kir, 4 rojan dewam kir û şeva 13'ê Sibatê bi dawî bû. Eşkere ye ku ev êrişa ji aliyê rejîma AKP-MHP-Ergenekonê ve hate kirin ji aliyê siyasî û leşkerî ve xwedî armancên mezin bû.
Êriş ne ji bo rizgarkirina êsîran bû, teqez ji bo îmhakirina wan bû. Diyar e ku eger di gava destpêkê de karîbûna li cihê plankirî bi cih bibûna, wê li xelekeke stratejîk a qada Garê bi cih bibûya û bi vî rengî lê biman.
Dewleta Tirk li gel desteka bi dehan ÎHA û SÎHA'yan bi zêdeyî 40 balafirên şer bombe li temamiya herêmê barand û bi vî rengî xwest bigihêje armanca xwe. Ev hemû êrişên dewleta Tirk, ji aliyê hêzên me yên gerîla yên li qada Garê bi ruhê fedayî yê Apoyî, bi hostatiyeke mezin, bi afirîneriya taktîkî û bi rê û rêbaza rast a liv û tevgerê hatin pûçkirin. Li ser vê bingehê li qadên ku rû bi rû hatin, derbên giran li dijmin hatin xistin. Li vê qada ku ji bo gerîla herî dezavantaj e, rêbaza şerê tîm ê gerîla ku xwe dispêre pisporiya rêbaza şer ê nû, teqez bi ser ketiye. Mîna ku beriya niha di Berxwedana Cenga Heftenînê de hate dîtin, li vê derê jî êrişên dijmin ên xwe dispêrin îstîxbarat û teknîkê bi rêbaz, liv û tevgera rast a gerîla bêencam hatin hiştin û li ser vê bingehê derba pelçiqandinê lê hate xistin.
Heta dawî êsîr hatin parastin
Hêzên faşîst dagirker li gundê Siyanê dor li kampa ku êsîr lê bûn girtin. Ji aliyekî ve pêşî li hêzên faşîst ên dagirker hate girtin ku li herêmê belav nebin, li aliyê din jî hêzên ku dor li kampê girtibûn hatin dorpêçkirin û bi vî rengî rê li ber wan hate girtin ku nikaribin xwe bilivînin. Artêşa Tirk tenê bi êrişên hewayî yên giran karîbû van hêzên xwe biparêzin. Artêşa Tirk destpêkê ji hewayê ve êrişeke giran bir ser kampa ku êsîr lê bûn, piştre jî ji bejahî ve hewl da bikeve nava kampê. Ji ber vê yekê şerê fîzîkî li nava kampê jî belav bû. Kes nikare îdîa bike ku di nava vê atmosfera şer de ya ku bi rojan û bi saetan dewam kir êsîr bi saxî bên parastin. Ji bo parastina êsîran 6 hevrêyên me şer kirin û şehîd bûn. Di encamê de jî 12 êsîrên hêzên ewlekariyê yên Tirk û girtiyekî demkî yê ji Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan.
Bi taybetî di roja çaremîn de piştî ku du kes ketin destê dijmin, ku hîn me tespît nekiriye bê çawa bûye, artêşa Tirk bi rengekî hovane êriş bir ser kampê, bi bikaranîna gazê xwest encamê bi dest bixe. Eşkere ye, piştî ku ewqas gaz bi kar anîn, fîşek berdan serê mirovên li hundir jiyana xwe ji dest dabûn û ew kuştin.
37 esker hatin kuştin
Di vî şerê 4 rojan de 37 kuştiyên hêzên artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hatin tespîtkirin. Her wiha bi dehan birîndarên wan jî hatin dîtin. Lê belê ji ber ku hin tîmên me beriya tekmîla şer bidin şehîd bûn, ev hejmar ne hejmara temamiya kuştiyên dijmin e. Kuştiyên dijmin gelekî zêdetir e û ev hejmara hatiye dayin ji aliyê hêzên me ve teqez hatiye piştrastkirin. Her wiha hêzên me li 2 helîkopterên Skorsky xistin, derb lê ket lê belê beriya ku bikevin neçar man ji herêmê biçin.
Di vî şerî de 6 hevalên me yên di bin pêşengtiya fermandar Şoreş de yên ku kampa êsîran diparast, piştî berxwedaneke qehremanî şehîd bûne. 5 hevalên me jî di demên cihê de di êrîşên dijmin de şehîd bûne. Li derveyî qada operasyonê dema ku dijmin ji qadê direviya, 3 hevalên me yên ku bi paramotorê dikira biçûna ser peywirekê û hevalekî me yê din jî li eniyeke din, ji ber êrişên hewayî şehîd bûne. Di operasyona 4 rojan de bi giştî 15 hevrêyên me bi qehremanî li ber xwe dane û şehîd bûne. 2 kes jî ketine destê dijmin. Wê nasnameya hevalên me yên şehîd di rojên pêş de were eşkerekirin.
Êsîrên hatine kuştin
Di vî şerî de ev polîs, leşker û endamên MÎT’ê yên êsîr mirine, Adil Kabakli, Aydin Kose, Huseyîn Sari, Mevlût Kahvecî, Mûhammed Salih Kanca, Muslum Altintaş, Sedat Sorgûn, Sedat Yabalak, Semîh Ozbey, Suleyman Sûngûr, Umît Bicir û Vedat Kaya. Hemwelatiyekî me yê ji Duhokê yê bi navê Cotyar Mûhsîn ê ku ji bo demekê hatibû girtin jî di vê bûyerê de miriye.
Di vê êrîşa rejîma faşîst a AKP û MHP’ê de em ji malbatên êsîr û girtiyên jiyana xwe dest dane sersaxiyê dixwazin. Divê hemû gelê me û gelên Tirkiyeyê bizanibin ku, 6 sal in em van kesan diparêzin û heta dawiyê jî me hewl da em wan biparêzin. Bêyî îradeya me aqûbeta wan wisa bû, berpirsyariya vî tiştî jî ne aîdî me ye. Rejîma AKP û MHP’ê ya ku biryara vê êrîşê daye berpirsyar e. Li hemberî dîrokê wê hesabê vî tiştî bidin.”
ANF/BEHDÎNAN