- Cindî Tuncel got, ev 11 sal in ku ew li Meclîsa Bremenê li dijî faşîzm û nijadperestiyê têdikoşe û ew ê vê têkoşîna xwe dewam bike.
REWŞAN DENIZ
Li Elmanyayê faşîstên Tirk gefê li siyasetvanên Kurd û Elman dixwin û di peyamnên xwe de dibêjin, ew ê van siyasetvanan bikujin. Sarya Ataç û Kerem Schamberger ên ku gef li wan hat xwarin gotin, “Dewleta Elman, ji bo ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re xira nebin, xwe li van gefxwarinan kerr dike.” Parlamenterê eyaleta Bremenê yê ji Partiya Çep, Cindî Tuncel jî ji mexdûrên gefxwarinên faşîstên Tirk e. Wî jî got, “Ez ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û nijadperestiyê dewam bikim.
Li Elmanyayê par faşîstên Tirk gef herî kêm li 24 kesan xwarin û ji wan re gotin, ew ê van 24 kesan bikujin. Faşîstê Tirk ê bi navê Tayfun Karakol hesabê “Jitem Turkey" bi kar anîbû û ev gefên kuştinê li xelkê xwaribûn. Tayfun Karakol niha jî ji hesabê 'Teknotell_Kayseri' gefan dixwe. Wê peyameke tehdîta kuştinê ji parlamenterê eyaleta Bremenê ya Elmanyayê Cindî Tuncel re, yek ji endama Meclîsa Biyaniyan a Frankfurtê Sarya Ataç re û yeke din jî ji wezîfedarê lêkolînê li Zanîngeha Ludwig Maximilian a Munchenê, Kerem Schamberger re jî şand.
Cindî Tuncel da zanîn ku di ser hesabê Instagramê yê bi navê Teknotell_Kayseri 17´ê Tîrmehê gef lê hatiye xwarin bi peyama “Şewbaş hewall ölüm seni bulacak (Mirin wê bi ser te ve bibe)”. Cindî Tuncel çûye polês, lê polês jê re gotiye, ev kes li Tirkiyeyê dimîne, û tenê heger biçe Elmanyayê ew dikarin tiştekî bikin.
Cindî Tuncel got, ev 11 sal in ku ew li Meclîsa Bremenê li dijî faşîzm û nijadperestiyê têdikoşe û ew ê vê têkoşîna xwe dewam bike. Wî da zanîn ku FDP, SDP û gelek derdorên din li ser van gefxwarinan, peyamên piştgiriyê dane wî.
Bersivê nadin miracaetan
Sarya Ataç jî par gef lê hatibûn xwarin. Ew dibêje, “par me derxist holê ka ev kes kî ye. Me gefxwarinên ji parêzerê xwe re gotin. Hîna kesî ti bersiv nedaye van miracaetên me. Ti hêviya me ji dewleta Elman nîne. Miracaeta me ya par bê encam ma. Ji bo ku têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re xira nekin, wê ti cezayî li vî kesî nebirrin.”
Ataç bi bîr xist ku meqamên Elman par ji wan re gotine, heger destûrê bidin ku daneyên wan ên şexsî bi dewleta Tirk re bên parvekirin, ew ê tevî dewleta Tirk lîpirsîneke hevpar bi rê ve bibin û wiha dewam kir: “Lê me got, ´ji xwe gef li me tê xwarin. Hûn daneyên me yên şexsî parve bikin, ev dikare bêhtir ji bo me bibe gefek.´ Bi vî awayî me ev daxwaz red kir. Lê em dozê dişopînin.”
Em ne xema dewleta Elman in
Kerem Schamberger jî beriya bi 3 mehan herî dawî gef lê hatibû xwarin. Schamberger ne ev gef tomar kirine, ne jî giliyê sûcdar kiriye. Wî got, “Ez neçûm mehkemê, ji ber nasname û cihê vî faşîstî tê zanîn. Mehkemeyên Elman lê lêpirsînê bikin û bibêjin, ne karê me ye. Em siyasetvanên çepgir, ne xema sîstema dadgeriyê ya Elman in. Ditirse, gava me biparêze, ev têkiliyên wê bi dewleta Tirk re xira bike.”