Faşîst diçe Elmanyayê!
Duşem 1 Tebax 2022 - 21:21
- Faşîstê Tirk Tayfun Karakol ê ji Kayseriyê vê carê wêneyên mirovên kuştî û tivingan jî ji Civan Akbulut re şandiye.
Siyasetvanê cihî yê ji Partiya Çep a bajarê Essenê Civan Akbulut da zanîn ku kesê berê jî gef lê dixwarin û digot ew ê wî bikuje, ji nû ve gef lê xwarine û gotiye, ew ê biçe Elmanyayê.
Faşîstê Tirk Tayfun Karakol ê ji Kayseriyê vê carê wêneyên mirovên kuştî û tivingan jî ji Civan Akbulut re şandiye.
Di gefxwarina nû ya yekşema bihurî de, faşîstê Tirk wêneyekî pasaporteke Tirk û yeke Elman jî şandiye û gotiye, “hefteya bê ez têm Elmanyayê”. Civan Akbulut giliyê vî faşîstê Tirk kir û polêsê Elman lêpirsîn da destpêkirin.
Vî faşîstî heta niha li parlamentera federal a Elman Gokay Akbulut, parlamentera Partiya Çep a parlamena eyaletê ya Hamburgê Cansu Ozdemir û parlamenterê Partiya Çep ê parlamne eyaletê ya Bremenê Cindî Tuncel, nivîskar Duzen Tekkal, siyasetzan Ismaîl Kupelî û zanyarê zanistîn ragihandinê Kerem Schamberger jî xwarine. Vî nijaperestê Tirk gefên kuştinê li siyasetvanên Partiya Çep Ezgi Guyildar û Jules El-Khatib jî xwarin.
Civan Akbulut ji ber tehdîtên beriya niha jî gelek caran giliyê faşîstê Tirk kiribû. Lê Polês ji ber “îhtîmala kêm a serketina” lêpirsînê, lêîpirsîn betal kiribû. Wekî din dozgeriya Essenê jê re gotibû, Tirkiye di dozên bi vî rengî de hevkariyê nake.
ANF/ESSEN