Fantezî û xeyalên Kelogsloops

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Îlon 2022 - 22:00

  • Kelogsloops bi vê dirûşmeyê tevdigere, “Zûzûka paşve vegere û bikeve pey xeyalên xwe”. Ji lewma ew jî li xeyalên xwe vegeriyaye. Dike ku meriv li ser tabloyên wî bifikire û xwe berde nav xeyal û fanteziyan. 

XASÊ CÛNÊ

Hin hunermend dema riyekê didin pêşiya xwe tevî vîzyon û nihêrînekê dixwazin di wê riyê de bimeşin û xeyalên xwe pêk bînin. Dema ew bi nihêrîn û armancekê tevdigerin karên ku dikin jî bi ser dikevin.

Hunermendê bi navê Hieu Nguyen ku ew zêdetir weke Kelogsloops jî tê nasîn, fantezî û xeyalên xwe bi xêzên rastîn derdixe derve û bi tabloyên xwe yên ku bi boyaxa avî çêdike, me di bin tesîra xwe de dihêle.

Kelogsloops bi vê dirûşmeyê ango mottoyê tevdigere, “Zûzûka paşve vegere û bikeve pey xeyalên xwe”.

Di vî warî de ew jî xwedî niherîneke cihê ye û dixwaze di vê riya ku ew tê de dimeşe de “nihêrinên nû” nîşanî xelkê bide. Ji lewma ew jî li xeyalên xwe vegeriyaye. Wî gelek tabloyên xwe bi firçeyeke piçûk ya boyaxa avî çêkirine. Fîgûrên li ser tabloyên wî jî nexasim jin in. Her wiha fîgûrên heywanan jî bikartîne. Xêzên xwe bêhtir ji bo kitêbên serpêhatî û çîrokan çêdike. Di vî warî de îllustrasyonên wî yên baş jî hene. Di gelek tabloyên ku çêkirine de teknîkek serketî bikaraniye û her wiha şêwazeke wî ya resen jî heye. Dike ku meriv li ser tabloyên wî bifikire û xwe berde nav xeyal û fanteziyan. 

Di riya Shaun Tan û Yoshitaka Amano de

Kelogsloops beriya ku li ser tuwalê xêz bike bi deftereke piçûk dest bi vî karî kiriye. Wî li ser defterên piçûk gelek tiştan xêz kiriye û paşê jî bi firçeyeke piçûk ya boyaxa avî ew boyax kirine. Lê bi demê re karên hin mezintir çêkirine û dibêje ku ew di riya hunermendên weke Shaun Tan û Yoshitaka Amano de dimeşe, ku herdu jî hunermendên nûjen yên vê serdemê ne. Wî bi saya karên wan (animasyon û îllustrasyon) yên ku dîtine xwe pêş xistiye û karên ku ew kirine îlhamê dane wî. Her wiha wî ji nav bizavên hunerî jî herî zêde ji romantîzmê hezkiriye û bandora romantîzmê jî di karên wî de tên xuyanê. 

‘Ez karên mînîmal çêdikim’

Kelogsloops tîne ziman ku heta jê hatiye wî xwestiye karen mînîmal çêbike û ji bo karên xwe yên mînîmal wiha dibêje, “Ji bo serpêhatiyên xwe baş rave bikim û bihêlim resmên min hilmeke baş bistînin heya ji min tê ez karên xwe mînîmal çêdikim.” Lê ev nayê wê maneyê ku hurgilî di karên wî de nînin, berevajî vê yekê her çiqas ew bibêje karên min mînîmal in jî hin hûrgiliyên di nav karên wî de nîşan dide ku xebatên wî ewqas jî ne mînîmal in. Ji ber wî fantezî û rastiyan tevlîhev kiriye û wisa xêz kiriye di tabloyên wî de hin tiştên ku weke metafor bikaranîne jî hene. Yanî ew bi van xêzên xwe dike ku insan li ser hin mijaran bifikirin jî.

 

‘Bi dawîbûna resmekî kêfa min tîne’

Kelogsloops pêvajoya destpêka resmekî an jî tabloyekî ji bo xwe girîng dibîne û vê pêvajoyê wiha dinirxîne, “Destpêka karekî her tim kela canê min radike, ji ber ez fikrên xwe parve dikim. Ji lewma jî detayên kompozisyonê, reng û sêwirandin ji bo min muhim in, piştî ku ez li ser van tiştan difikirim vêca ez vedigerim peyama ku dixwazim bidim û serpêhatiya ku ez ê vebêjim diyar dikim. Lê muzîk jî ji bo min taybet e, ji ber dema ez dixebitim bê muzîk naxebitim. Bi vî awayî ez hestên xwe li hev dijidînim û dest bi karên xwe dikim.

Carnan tiştên xweş tên bîra min û xêz dikim lê carna jî ji bo tiştekî dikarim hefteyekê bifikirim. Tiştê herî ku kêfa min jê re tê jî dawiya resmekî ye. Her wiha çareserkirina pirsgirêken dema kar in. Ez ji wan pirsgirêkên ku derdikevin jî gelek hez dikim. Dema halê dawî didim tabloyekî û wî tabloyê bi dawî dikim ez xwe rehet hîs dikim.”

Milyonek insan wî dişopînin

Li ser medyaya civakî qederê milyonek kes Kelogsloops dişopînin û dibêje bandora van kesan bivêneve li ser karên min heye. Yanî ev yek wî bêhtir teşwîqî kar û xebat dike. Ew hay ji vê dana xwedê heye û ji ber vê yekê jî li hember şopînerên xwe dilsoz û kesekî rasteqîn e. Kelogsloops dibêje, “Ji ber ewqas insan li min guhdar dikin û karên min dişopînin ez gelek bi siûd im. Lê dema dibînim ewqas kes min dişopînin hinek ditirsim jî. Di navav van kesan de zarok, ciwan û kesên profesyonel ji hene û ev yek barê ser pişta min girantir dike. Ez weke hunermend xwe berpirsyartir hîs dikim. Ji ber vê yekê ez hinek zû têgihîştim, lê ji helekê ve jî baş e ez vê rewşê xerab nabînim.”

Xeyala bi xêzan pirtûkeke li ser hunerê

Kelogsloops sala çûyî ji bo “Magic: The Gathering” ku lîstikeke qertan ya stratejiyê ye çar tabloyan çêkir. Ev yek di pêşketin û naskirina wî de bandoreke mezin çêkiriye. Lê ji bo wî tabloyê wî yê herî xurt û taybet tabloyê bi navê “Utopia Sprawl” (Belavbûna Utopyayê). Kelogsloops dibêje, ji bo vî tabloyê çêbike wî gelek zorê daye xwe û di warê teknîkê de ji bo wî lûtkeyek e ev tablo. Kelogsloop her tim di nav hewldanê de ye ku karên serketî çêbike û ji bo vê yekê dixebite. Xeyala wî ya herî mezin ew e ku bi xêzan pirtûkeke hunerê hazir bike. Niha ji bo vê xebata xwe pêk bîne dixebite.

Kelogsloops ku niha 27 salî ye, li Awistralyayê dijî û ji piçûkatî vê dest bi karê xêzkirinê kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.