- 33 partiyan name ji Gutteres re nivîsî: Bila NY helwêsteke tund li dijî gefên Tirkiyê bigire, girtina meydana hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafiran misoger bike da ku sivîl ji êrişên hewayî yên domdar ên dewleta Tirk bên parastin.
Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê doh nameyek radestî navenda nûneriya NY`yê ya li Qamişlo kir. Wan beriya teslîmkirina nameyê, daxuyaniyek jî da. Wan bang kir da ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, qedexeya bikaranîna meydana hewayî li ser herêmê ferz bikin.
Piştî civîna NATO`yê ya li paytexta Spanya Madrîdê, serokkomarê Tirk Erdogan gefên nû li dijî Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê xwarin.
Li ser vê yekê, doh 33 partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nameyek radestî Nûneriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo kir. Di nameyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatin şermezarkirin.
Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî-Tevgera Guhertina Demokratîk, Xelef Dawud bi beşdariya nûnerên partiyan û hêzên siyasî, ew name û peyam xwend. Name yekser xîtabî Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres dike.
Erdogan qanûnên navneteweyî û agirbestê binpê dike
Xelef Dawud got, “Wekî nûnerên partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li hember gefên dewleta Tirk ên êrişeke nû li dijî herêmên me bi fikar in, ku li van herêman gel û olên cuda bi hev re bi awayekî birêxistinkirî di bin sîwana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dijîn.
Em van gefan şermezar dikin û wekî binpêkirina serdestiya nîştimanî a Sûriyê dibînin. Her wiha wekî binpêkirina hemû lihevkirinên têkildarî agirbestê yên bi garantoriya navneteweyî di Cotmeha 2019`an de pêk hatine, dihesibînin. Em ji bandorên dijminahiyeke muhtemel a dewleta Tirk li ser îstiqrar û aştiya navxweyî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên deverê de, her wiha li ser binesaziya mirovî û xetera qirkirin û tinekirina gelan û çandên li herêmê, hişyar dikin.”
Mezintirîn navenda ragirtina terorîstan
Xelef Dawud îşaret bi wê yekê kir ku êrişeke dewleta Tirk wê ne tenê Kurdan û miletên din qir bike, lê di heman demê “helwestên navneteweyî têkildarî Sûriyê zehmettir bike, her wiha rola civaka navneteweyî ya têkildarî çareserkirina rewşa Sûriyê qels bike.”
Xelef Dawud wekî din got, her êrişa dewleta Tirk wê “Sûdê bide rêxistinên terorîst û di serî de DAIŞ`ê. Ev yek dê bandorê li aştî û ewlehiya navneteweyî bike, nexasim ku li herêmên me mezintirîn navendên ragirtina terorîstan li cîhanê hene.”
Sivîlan biparêzin ji Tirkiyê hesab bixwazin
Xelef Dawud li ser navê partiyên li herêmên Rêveberiya Xweser ji NY´ê xwest “helwêsteke tund li dijî gefên Tirkiyê bigire, ku girtina meydana hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş balafiran misoger bike, da ku sivîl ji êrişên hewayî yên domdar ên dewleta Tirk bên parastin. Her wiha em bang dikin ku li ser binpêkirinên domdar ên li dijî şêniyan hesab ji Tirkiyê bê xwestin.”
Destekê bidin kampanyayê
Xelef Dawud xwest NY bi rola garantor rabe “da ku dozen bi nankok ên di navbera me û Tirkiyê de bi rêya diyalogê û rêbazên aştiyane û dûrî şeran çareser bikin.”
Piştî xwendina nameya ji Gutteres re, endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî -Tevgera Guhertina Demokratîk Xelef Dawud bang kir ji bo xurtkirina têkoşînê û girtina helwêsteke tund ji bo têkbirina êrişên dagirkeriyê. Xelef Dawud her wiha bang li xelkê kir da ku tev li hemleya hashtaga ji bo ferzkirina qedexekirina li balefiran a meydana hewayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bibin.
Name bi destan jî teslîm kirin
Piştî daxuyaniyê bedevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, cîgira sekreterê Partiya Yekitiya Nîştimanî Azad-Rojava Hûda Şêxmûs û endamê rêveber ê Partiya Muhafezekaran Hesen El-Haşimî û endamê Nivîsgeha Siyasî ya Desteya Hevbendiya Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokratîk Xelef Dawud nameya partî û hêzên siyasî radestî navenda NY’yê ya li Qamişloyê kir.
Partî û hêzên siyasî 28’ê Hezîrana bihurî jî daxuyaniyek dabûn raya giştî, bang li civaka navneteweyî kiribûn da ku ji ber sûcên wê hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwaze û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li balafirên Tirkiyê qedexe bike.
ANHA/QAMIŞLO