Endamê Polîtburoya Partiya Azadiya Demokratîk a Êzîdiyan (PADÊ) Heyder Şemo diyar kir ku ji bo bikarin xwe ji pîlan û peymanên li ser Êzîdiyan rizgar bikin, divê civaka Êzîdî, heta hebe fikrên Rêber Ocalan ji bo xwe bingeh bigere: “Fikr û felsefa Rêber Apo mayîndebûna xweseriya Şengalê ye.”
Heyder Şemo têkildarî komploya 15’ê Sibatê ya li dijî RêberAbdulah Ocalan got, “Em wek gelê Êzîdî roja 15’ê Sibatê ji bo xwe rojek reş dibînin. Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdulah Ocalan, êşeke mezin dide me jî, heger însanetî hebûya wê ev qas salan Rêberê Gelê Kurd wisa li zindanê nemana. Ji ber ku Rêber Ocalan xwedî fikreke paqij û daxwaza azadiya hemû mirovên bindest e, ji bo wê ew kirin hedef, lê belê Rêber Apo ev 22 sal in bi fikra xwe xizmeta mirovahiyê dike û niha bi milyonan insan dawa azadiya Rêber Apo dikin.” Şemo diyar kir ku Rêber Ocalan ne tenê Rêberê Gelê Kurd e, azadiya gel û neteweyên din jî girîng dibîne, û got, divê netewên din jî ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.
Endamê Polîtburoya PADÊ Heyder Şemo eşkere kir ku fikrê Rêber Ocalan paşeroja Êzîdxanê misoger dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê civaka Êzîdî heta hebe fikr û felsefa Rêber Apo ji bo xwe bingeh bigire. Ji bo bikare xwe ji pîlan û peymanên li ser Êzîdiyan, rizgar bike. Em wek civaka Êzîdî heta dawiyê em ê li fikir û felsefa Rêber Apo xwedî derkevîn.”
ROJNEWS/ŞENGAL