Êzidiyên êsîr rizgar bikin

Şemî 29 Gulan 2021 - 06:32

Şêniyên Şengalê ku li dijî veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo Musilê çalakî lidar xist, ev bang li hikûmeta Iraqê kir: “Li şûna veguhestina van malbatan, ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatina revandin kar bikin.”

Komek welatiyên Şengalê bi mebesta şermezarkirina veguhestina malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji bo herêma Musilê, li ber avahiya Dadgeha Bajaroka Sinûnê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Rêveberê Bajaroka Sinûnê Xwedêda Çûkê ku beşdarî çalakiyê bû got: “Çeteyan dayîk û xwîşkên me dîl girtin û li bazaran firotîn. Îro jî hikûmet malbatên van çeteyan di ser axa me re derbasî Mûsilê dikin.”

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.