Li Şengalê Cejna Qurbanê ku wekî ‘Cejna mezin’, ‘Cejna heciyan’ jî tê zanîn, hate pîrozkirin.

Xelkê Şengalê beriya ku cejna hev pîroz bikin, çûn Goristana Şehîd Berxwedan û Şehîd Dilgeş a li ser Çiyayê Şengalê û li ser gorên şehîdên berxwedana Şengalê yên ji çar perçeyên Kurdistanê, find pêxistin. Her wiha ji bo bibîranîna şehîdan xêr hatin dayîn.

Êzîdiyên Şengalê bi pirranî di vê rojê de li gorî Hesabê Mergehê cejna xwe pîroz dikin. Lê beşeke ji êzîdiyên Şengalê û Êzîdiyên Şêxan wê îro li gorî hesabê Laleşê cejna xwe pîroz bikin.

ROJNEWS/ŞENGAL