Bavê gerîla Silav Ronahî (Hediye Balûr) a li Çiyayê Bagokê şehîd bû, Mahmût Balûr, got, cenazeyê keça wî 450 gram maye, lê ligel vê jî nadin wan. Wî da zanîn, heta ku ew hestiyên keça xwe negirin, ew ê nesekinin.

Li gorî nûçeya Omer Akin a ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re cenazeyê Balûr ev 127 roj (îro 128) in hîna jinedane malbatê. Omer Akin bi bavê şehîd Silav Ronahî re peyiviye. Cenazeyên 4 gerîlayên din ku bi Silav Ronahî re şehîd bûn, dane malbatan.  

Piştî teşxîs û hevgirtina DNA´yê jî hîna cenaze nedane malbatê.

Dayika şehîdê got, “Tişta anîn serê cenazeyê keça min, em pirr êşandin. Niha ji bedena keça min, tenê 450 gram parçe maye. Vê jî nadin me.

Ti hêviya me ji wan nîne. Bi wan re mirovahî nemaye. Divê gelê Kurd êdî ji hev re rast û dirust be.” 

Hiqûqa dijminahiyê

Bavê şehîd Silava Ronahî, Mahmet Balûr ê 57 salî jî gotiye, “Piştî ku me mînaka xwînê da bi 4 mehan, cardin gazî me kirin. Ji bo ku em cenaze bigirin, em dîsa çûn Mêrdînê. Malbatên din cenazeyên zarokên xwe girtibûn. Lê ji me re gotin, ‘cenazeyê we tineye. Ji cenazeyê wê tenê 450 gram parçe maye. Em şandin Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê. Em nizanin ka çima cenazeyê me şandine Stenbolê. Dibe ku rojekê ji me re jî bi kargoyê bişînin. Hiqûqa dijminantiyê pêk tîn in. Wijdana wan tineye. Her tişt ji wan tê.

Ez ê cenazeyê keça xwe bigirim û li kêleka hevalên wê defin bikim. Di rewşên wiha de, divê em li ser piyan bimînin. Niha êşa min pirr mezin e. Divê em gelê Kurd bibin yek.”

EDENE