Ez dixwazim biçim ser gora kurê xwe

Sêşem 18 Hezîran 2024 - 02:45

  • Her ku diçe sûcên dewleta Tirk ên li dijî cenaze û gorên gerîlayên HPG’ê zêde dibe. Li gel ku encamên DNA’yê yê gerîlayê HPG’ê Seyîthan Acay (Brûsk Reşît) derketine jî dewleta Tirk cenazeye Birûsk Reşît ev 4 sal in nade malbatê, ku Brûsk Reşît 30’yê Tîrmeha 2020’an li gel du hevrêyên xwe li Çiyayê Gebarê yê Şirnexê di şerê dijî dewleta Tirk de şehîd bûbû. 

AHMET KANBAL / MA / MÊRDÎN

Berî DNA’yê li Goristana Bêkesan veşartin

Malbata Acay li ser daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Tirk, piştî êrişê ji bo teşhîsê çû Şirnexê. Lê dayik Rûkiye Acay, di nav cenazeyan de ku kiribûn asta nasnekirinê lawê xwe teşhîs nekir. Malbatê li ser vê yekê ji bo DNA’yê mînaka xwînê da. Bêyî ku encam diyar bibe cenaze li Goristana Bêkesan a li Taxa Bahçelîevler a li navenda Şirnexê hate definkirin. 

Encama DNA’yê nedan malbatê 

Di dema derbasbûyî de hem ji malbat hem jî ji parêzerên re ku li encama DNA’yê dipirsîn dihate gotin “encam derneketiye” an jî digotin “dozger di betlanê de ye”. Parêzerên ku biryar dan ji Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê bipirsin ka tahlîla DNA'yê hatiye kirin an na, hîn bûn ku encama di Sibata 2021’an de hatiye diyarkirin, ji Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê re hatiye şandin. ATK’ê encama DNA’yê ji parêzeran re neragihand. Ji serlêdana li dozgeriyê hatiye kirin jî hêj bersivek nehatiye dayîn. 

Cenaze nedihatin naskirin

Dayik Rûkiye Acay diyar kir ku lawê wê di sala 2020’an de di Cejna Qurbanê de şehîd bûye û wiha got: “Dema em ji bo teşhîskirinê çûn ji me re gotin 4 cenaze hene, pişt re em hîn bûn ku 3 cenaze hene. Gotin yek hatiye parçekirin. Min jî jê re got ez ê ji lingên wî nas bikim. Dema ji min pirsîn bê ka ez ê çawa nas bikim, min jî ji wan re got dema zarok bû pez biribû çerandinê û di vê demê de kevir ketibû ser ez ê ji şopa lingê wî nas bikim. Dozger ne amade bû. Em bi saetan li benda dozger man. Piştî ku bi telefonê lê geriyan dozger hat û min bi keça xwe re li cenazeyî nêrî. Her du cenazeyên ewil ne yên me bû. Serê wan nîşanî me dan. Laşê yê din parçe bibû û serê wî nebû. Lingên wî dişibiyan lawê min lê ew bû ew nebû min nezanî. Ji ber wê yekê gotin ku wê testa DNA’yê bikin û encama wê jî dê di navbera 15 rojan de derkeve. Lê bû 15 roj, bû 3 sal ne cenaze dan ne jî tiştekî din.”

Dixwazim biçim ser gora kurê xwe  

Dayik Acay, anî ziman ku di meha temûzê de wê 4 sal xelas bibin û wiha domand: “Dozger çima dosyayê îmze nake? Çima cenazeyi nade nizanim. Du hestî jî bin ez ê bigirim û bînim bajarê xwe, ez fethekê bixwînim wê hinekî dilê min rehet be.” Dayik Acay, diyar kir ku cenazeyê wê hêj li Goristana Bêkesan a li Şirnexê ye û ev tişt gotin: “Bêhna min teng dibe. Tenê çend hestî jî bin bila cenazeyê min bidin. Ez ê bînim vir cem malbata wî defin bikim. Ez ê êvara înê biçim ser fethekê bixwînim. Cejn hat em ê bi malbatî û xwişk û birayên wî biçin ser gora wî. Dozger çima wiha dike? We kuşt, piştre we aşkere kir û got ‘me kuşt’. We navê wî û her tiştê wî got. Cejn tê mirov diçin ser gora zarokên xwe. Ez nikarim biçim.”

Kurê min hate xewna min

Dayik Acay, anî ziman piştî ku cenaze teşhîs kir, lawê wê hatiye xewna wê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema min di xewna xwe de ew dît, serê xwe dabû ser singa min. Ji min re got ‘Dayê bawer im tu ne li ser hişê xwe bûyî. Ez lawê te me, te çawa lawê xwe nas nekir’. Piştre êdî careke din nehate xewna min. Dibe ku ji bo min cenazeyê wî neanî nehate xewna min. Ez dixwazim were xewna min û tiştekê bibêje. Em cenazeyê xwe dixwazin.” 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.