• Parlamentera PE’yê ya ji Partiya Çep a Elman, Ozlem Alev Demirel dibêje: “Di pêvajoyên li pêşiya me de li Ewrûpayê dibe ku destwerdanên çekdarî veguherin siyaseteke asayî. Şer û destwerdanên leşkerî ji bo zarokên me jî asayî dibin û ev gelekî bi tehlûke ye.”

BARIŞ BALSEÇER

Parlamentera Parlamena Ewrûpayê (PE) ya ji Partiya Çep a Elman Ozlem Alev Demirel got, Elmanyayê mesrefên ji bo artêşa xwe kirine ji sedî 2’yê dahata neteweyî û ne 100 milyar Euro, lê 180 milyar Euro ji bo çekdarkirina artêşa xwe veqetandine. Alev Demirel tirsa xwe anî ziman û got, “Di pêvajoyên li pêşiya me de dibe ku destwerdanên çekdarî veguherin siyaseteke asayî.”

2 hezar 700 moşekên Strela

Hikûmeta Elman beriya şerê li Ukraynayê gotibû, ew ê sîlehan nede Ukraynayê. Lê piştre serê pêşî 1000 moşekên antîtank û 500’ên dijebalefir dan Ukraynayê. Wezareta aboriyê da zanîn ku wan veguheztina Ukraynayê ya 2 hezar û 700 moşekên “Strela” yên dijebalefir erê kiriye. Ji bo moşek bên veguheztin divê Konseya Ewlekariyê ya Elmanya Federal jî hebe. 

Parlamentera PE’yê Ozlem Alev Demirel, got, şer ne tenê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ye: “Xuya ye tevahiya hêzên împeryalîst xwe ji şerên nû yên parvekirinê re amade dikin. Aliyekî vê DYE û Yekîtiya Ewrûpa ye, aliyê din jî Rûsya û Çîn hene. Ev ji bo Elmanyayê jî werçerxek e. Siyasetên çekdarîbûn û leşkerî lê ne. Niha gava mesrefên bergiriyê bikin ji sedî 2, ew ê 80 milyar Euroyên din li 100 milyar Euroyê zêde bikin. Di warê leşkerî de siyasetên piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi dawî bûn.”

Ozlem Alev Demirel dibêje, Elmanya êrişa Rûsan a ku ew bê şert û merc rexne dike, dike hincet ji bo guhertina siyaseta xwe û xwe bêhtir çekdarî dike.  Ew dibêje, li Ewrûpayê jî gotara, “hêza me ya aborî tenê ne bes e, pêdiviya me bi hêza leşkerî jî heye” hewl dide hêzeke leşkerî ya ji bo berjewendiyên YE’yê ava bike.  

Rê ber bi tehlûkê ve diçe 

Parlamentera PE’yê ya ji Partiya Çep a Elman, Ozlem Alev Demirel tirsa xwe ji wê yekê îfade dike ku “di pêvajoyên li pêşiya me de li Ewrûpayê dibe ku destwerdanên çekdarî veguherin siyaseteke asayî. Şer û destwerdanên leşkerî ji bo zarokên me jî asayî dibin û ev gelekî bi tehlûke ye.” Wê her wiha îşaret bi tevgera gel, bindest û kedkaran a “li dijî şer” û li dor “aştiyê” kir û got, gelekî girîng e ku ev tevger bê xurtkirin.