Ewrûpa hevparê vî sûcî ye

În 24 Hezîran 2022 - 22:30

  • Kate Hudson: Esas ev skandalek e ku komîsyonên navneteweyî yên ji bo vî karî hatine avakirin ti gavê naavêjin, û vê lêkolînê bi xwe nakin. Di şerê Ukraynayê de saziyên ku di nava mehekê de lêkolînên cidî kirin, naçin Kurdistanê; ev bi temamî siyasî ye.

EREM KANSOY / LONDON

Rewşenbîr û siyasetvan dibêjin, herçî bikaranîna sîlehên kîmyewî ye, Ewrûpa bi bêdengiya xwe dibe şirîk û hevparê sûcên dewleta Tirk.

Parlamenterê Sinn Feinê Paul Maskey jî got, ew ê mijarê bixe rojeva parlamena Ingilîz.

Ji destpêka êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji 17’ê Nîsanê ve bêhtirî hezar carî sîlehên kîmyewî hatin bikar anîn. Rojnamevanê Ingilîz Steve Sweeney beriya çendekê rapora bi navê "Dek û dolab, komplo û karên ne li rê: Rapora meydanî ya li ser sûcên şer ên Tirk û bikaranîna sîlehên kîmyewî" weşandibû. Aştî ji Kurdistanê re, Koalîsyona li dijî sîlehên kîmyewî li Kurdistanê û Federasyona Giştî ya Federasyonan (GFTU) çarşemê êvarê civîn online bi rê ve çû. Gelek siyasetvan û rewşenbîr beşdarî bûn. 

Steve Sweeney got, wan bi rapora bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên HPG’ê gelek caran miracaetî OPCW kiriye û tevahiya miracaetên wan hatin redkirin: “Bi her halî, bi wê hêviyê ku raporên me bixwînin û lêbikolin, me rapor gihandin wan. Esas Ingilîstan, Elmanya û endamên NATO’yê bi xwe kerr û kor kirinê, heta bi firotina sîlehên kîmyewî yan jî destûrdana bikaranîna wan, dibin şirîk û hevparên vî sûcî.” 

Steve Sweenwy got, li deverê PDK jî hevkarekî vî sûcî ye: “Beriya çendekê nûnerên PDK’ê bi serokwezîrê Ingilîz Borris Johnson re li ser xetên lûleyên enerjiyê û deverên ew di wan re dibihurin, peyivîn. Piştre jî hem li Kurdistanê û hem jî li Ewrûpayê zext û zilma li dijî Kurdan zêde bû.”

Nekirina lêkolînê skandal e 

Paşê li ser navê Kampanyaya Bêçekkirina Nukleerî (CND) sekretera wê ya giştî Kate Hudson got, “Di rapora Steve de delîlên cidî hene li ser bikaranîna gaza sinîr, fosfora spî, kloropîkrîn û gaza xerdelê yên ku bikaranîna wan qedexe ye. Esas ev skandalek e ku komîsyonên navneteweyî yên ji bo vî karî hatine avakirin ti gavê naavêjin, û vê lêkolînê bi xwe nakin. Di şerê Ukraynayê de saziyên ku di nava mehekê de lêkolînên cidî kirin, naçin Kurdistanê; ev bi temamî siyasî ye.” 

Ewrûpa sûcekî cidî dike

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Uzun got, parêzerên maf mirovan, gava ku sîlehên kîmyewî jî li dijî Kurdan tên bikaranîn, sûcekî li dijî mirovahiyê tê kirin jî xwe nadin ber lêkolîna rapora heyî jî. Wî wiha dewam kir: “Me gelek caran ji ber bikaranîna sîlehên kîmyewî miracaetî OPCW, YE û komîsyonên YE’yê kir. Lê hîç bersiv nedan. Ji bo berjewendiyên xwe dengê xwe li Tirkiyeyê nakin; divê mirov vê weke sûcekî cidî binirxîne.” 

Wê bixe rojeva parlamenê

Parlamenterê Belfastê yê Sinn Feinê, Paul Maskey jî got, “OPCW û tevahiya saziyên YE’yê divê li cihê cih lêkolînan bikin. Heger ew bi xwe van lêkolînan nakin, divê raporên lêkolînên hatine kirin cidî bibînin. Li ser vê mijarê, em ê hewl bidin li parlamena xwe û li ya Ingilîz hewl bidin bibin dengê gelê Kurd.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.