Ewrûpa hevparê sûc e

Pêncşem 8 Nîsan 2021 - 05:58

  • Di dema serdana rayedarên YE'yê von der Leyen û Michel a Enqerê de, pergala rûniştinê ya li qesra Erdogan, di çapemeniya Ewrûpî de ji naveroka serdanê bêhtir hat minaqeşekirin. Bi vê yekê, ser aliyê darîçav ê serdanê, yanî piştgiriya Erdoganê dîktator hat girtin.

NÊRGIZ ROJHILAT

Serdana seroka Komîsyona Ewrûpayê û serokê Konseya Ewrûpayê ya qesra Erdoganî, eşkere pistgiriya ji bo dîktatoriya Erdogan û rejîma wî ya faşîst bû. Yekîtiya Ewrûpayê li gorî biryarên serokdewletên xwe yên beriya bi du hefteyan vê yekê dike. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji wexta hatiye hilbijartin û vir ve hîna bi telefonê jî bi Erdogan re nepeyiviye, lê YE xwe xist erd ji Erdogan re. KONGRA-GEL bi xwe, nerazîbûna xwe eşkere nîşanî vê serdanê da. KONGRA-GEL bi daxuyaniyekê got, "Yekîtiya Ewrûpayê û Konseya Ewrûpayê alîkarî dan faşîzmê ku di nava krîzeke giran de ye."

Yekîtiya Ewrûpayê, bi rapora ku parlamena wê qebûl kirî, rejîma Enqerê weke otokrat dibîne. Niha ji bo başkirin û çêtirkirina têkiliyan a muhtemel jî zend û bend badane. Yanî ti qisûr ji bo wan tê de nîne ku pişta dîktatorekî bigirin. Jixwe serdana Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel li qesra dîktatorî bûn. Bi amadebûna xwe jî destek didanê. Nexêr, çapemeniya Ewrûpayê herî zêde berê xwe neda vê yekê. Wan bal nebire ser binpêkirina mafê mirovan, dagirkeriya dewleta Tirk li Sûrî, sûcên wê yên dema şer jî ne xema wan bûn. Ya ku wan serê xwe herî zêde pê êşand, pergala rûniştinê bû: li ser dîktatorê Tirk ne von der Leyen, lê Michel rûniştibû. Seroka Komîsyona Ewrûpayê von der Leyen, weke hemkufê wezîrê karê derve yê Tirk be, li hemberî Çavuşoglu rûniştandibûn. Serokê berê yê Komîsyona Ewrûpayê berê bi Erdogan re rûniştibû û hema li cem Erdogan ê dîktator, weke hemkufê wî cihê rûniştinê dabûnê. Axir xuya ye ku armanca vê minaqeşeyê girtina ser armanca esasî ya serdanê bû: Piştgiriya dewleteke dagirker û faşîst a ku raya giştî ya Ewrûpî jî jê nerazî ye. 

Komîsyona Ewrûpayê, piştî civîna sêşema bihurî ya li qesra dîktatorî, îdîa kir ku von der Leyen civîna bi Erdogan re bi kar aniye da ku bi dîktatorî re eşkere li ser mafên jinan û vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê bipeyive. Weke sedema vê serdana sêşemê biryara civîna bilind a serokdewletên Yekîtiya Ewrûpayê ya gav bi gav başkirina têkiliyan bi dewleta Tirk re hat nîşan dan.

Rûyê rast ê Ewrûpayê

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi sernavê "Rûyê rast ê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Konseya Ewropayê (KE)" daxuyaniyek weşand. KONGRA-GEL got, "Di vê demê de ku dewleta Tirk bi tifaqa AKP-MHP'ê faşîzmeke eşkere bi lez ava dike, Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê Charles Michel çûn serdana Tirkiyeyê. Encamên hevdîtina bi Erdogan re li pêş kamerayan bi raya giştî re parve kirin. Ji aliyê têkiliyên Bruksel-Enqreyê ve ji raya giştî re eşkere kirin ku ewlehî û aramiya li Rojhilatê Derya Spî û xurtkirina têkiliyên aboriyê mijarên sereke bûn ku hatin nirxandin."

KONGRA-GEL bi bîr xist, di daxuyaniyan de diyar bû ku li Tirkiyeyê mafên mirovan, demokrasî, qeyûm, pirsgirêka Kurd, doza girtina HDP'ê, daxwaza bêdengkirina muxalefetê, vekişîna ji Peymana Stenbolê, komkujiyên jinan, xizanî, xwekuştin, bi deh hezaran girtiyên siyasî ne xema Yekîtiya Ewrûpayê û Konseya Ewrûpayê ne û wiha dewam kir: "Berjewendiyên aboriyê yên herdu aliyan di ser her tiştî re ne û vê yekê rûyê rastî yê Yekîtiya Ewropayê û Konseya Ewropayê careke din raxistiye pêş çavan."

Bi rastî jî di siyasetê de dostaniya dewletan nîne, berjewendiyên wan hene. Lê Yekîtiya Ewrûpayê bi gotara xwe ya, demokrasî, mafê mirovan, nirxên hevçax, nirxên rojavayî îluzyonek ji xwe re û ji dinyayê re ava kiribû. Ji ber wê jî lomeyên KONGRA-GEL tên fêmkirin: "Ev toleransa mezin a ku nîşanî Erdogan dane, sedema bingehîn a dewamkirina şerê taybet ê AKP-MHP'ê yê li dijî Kurdan e. Yekîtiya Ewrêpayê û Konseya Ewropa bi vî rengî bûne hevparê sûcên tifaqa AKP-MHP'ê."

Xwedî li raporên xwe jî dernakeve

Saziyên Konseya Ewrûpayê jî li gorî vê helwêsta wê tevdigerin. Mesela CPT'yê li ser Îmraliyê ragihandibû ku binpêkirinên mafên mirovan ên giran lê hene. Lê tevî vê jî ew di 11-25'ê Çileyê 2021'ê gava ku li Tirkiyeyê bû, neçû girava Îmraliyê û pirsgirêkên di rapora xwe de kontrol nekirin. Li gorî KONGRA-GEL, "Ev yek jî polîtîkaya durû ya Konseya Ewrûpayê ya li ser pirsgirêka Kurd nîşan dide. Ev polîtîkayên ku ne ji bo çareseriyê ne, zemînê ji zext û tundiya rejîma faşîst a AKP-MHP'ê re ava dike."

KONGRA-GEL dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û sûcên dema şer ên li dijî Kurdan jî bi bîr dixe. Ew sedema fermî ya serdana rayedarên YE'yê "çareserkirina pirsgirêka li Rojhilatê Derya Spî" ji bîr nake û wiha dewam dike: "Di çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina demokrasiyeke rasteqîn a li Tirkiyeyê jî dikarîbûn bi heman rolê tevbigeriyana. Ev yek wê bi kêrî berjewendiyên hevpar ên hemû aliyan bihata. Rewşeke bi vî rengî wê di guherîn û veguherîna demokratîk a Rojhilata Navîn de bi bandor bûya. Lê belê Yekîtiya Ewrêpayê û Konseya Ewrûpayê li şûna ku di pirsgirêka Kurd de pişrtgiriyê bidin aştiyê, tercîh kirin ku piştgiriyê bidin tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê. Bi vî rengî ji faşîzma ku di nava krîza mezin de ye bûn alîkar da ku nefesê bigire. Bi vî rengî piştgirî dan vê faşîzmê da ku li ser piyan bimîne."

Pêvajo ya hilweşîna faşîzmê ye

KONGRA-GEL bê hêvî jî nîne: "Ev pêvajo pêvajoya hilweşîna faşîzmê ye. Hêzên demokrasiyê heger bi bilindkirina têkoşînê rê nedin faşîzma AKP-MHP'ê, wê Yekîtiya Ewrûpayê û Kosneya Ewrûpayê jî neçar bimînin ku polîtîkayên ji bo berjewendiyên xwe biguherînin.

Banga me li hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ye; ji xwe û ji gelên me bawer bikin, hêza me heye ku faşîzmê têk bibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.