'Nobeta Azadiyê' ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan a li bajarê Fransayê Strasbourgê di hefteya 481´ê de dewam dike. Nobetê 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kiribû û vê hefteyê bi koma ji bajarê Elmanyayê Frankfurtê dewam dike.

Çalakî li wê meydanê pêk tê ku saziyên Ewrûpayê hemû li derdora wê ne. Nobetdarên hefteya 481'ê jî Firat Vûral, Taylan Guven û Fatîh Yagan ên ji Frankfurtê ne. 

Firat Vural li ser navê komê got, bi rêya vê çalakiyê ev 10 sal in dewam dike, gelê Kurd israra xwe ya ji bo azadiyê nîşan dide, lewma ev çalakî dîrokî ye.

Firat Vural ragihand ku ji komploya navneteweyî û vir ve dewleta Tirk bi tecrîd, qirkirina siyasî, dagirkerî û komkujiyan bi ser gelê Kurd de tê, Ewrûpa jî piştgiriya van kiryaran dike. Ew wiha dewam dike: "Hêza ku sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê ava kiriye Ewrûpa ye. Li dijî siyaseta komployê ya Ewrûpayê, ev îrade wê teqez bi ser bikeve."

Vural got, gelê Kurd bi rêya vê çalakiya nobetê ya dîrokî, hevkariya sûc a Ewrûpayê eşkere dike.

Firat Vural bi bîr xist ku pêngava 'Dem dema azadiyê ye' ya ji 12'ê Îlona 2020’an ve li dijî tecrîd, qirkirin û dagirkeriyê dest pê kiriye, salekê li pey xwe dihêle û nîşan da ku kes nikare berxwedana gelekî rêxistinbûyî têk bibe.

Firat Vural got, gelê Kurd wê li her cihî bi rengekî rêxistinbûyî tecrîdê bişikîne û paşeroja azad teqez biafirîne. 

STRASBOURG